MÊRDÎN - Parêzerê Ahmet Turk, Erdal Kûzû diyar kir ku, Turk bi awayekî kelepçekirî tê tedawîkirin û wiha got: "Li gorî Protokola Stenbolê divê ku li odeyê tenê nexweş û bijîşk hebin. Lê Turk û hemû girtî, rastî tersê vê rewşê tên."
Parêzerê Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turkê ku bi tawanbariya "endamê rêxistinê" hat girtin û li Girtîgeha Jimare 9 a Sîlîvriyê tê ragirtin, Erdal Kûzû der barê tendûristî û girtina Turk de axivî. Kûzû diyar kir ku, Turk bi awayekî derhuqûqî hatiye girtin û wiha got: "Me çend caran serî li Dadweriya Cezayê Sulhê ya Mêrdînê da û xwest Turk serbest bê berdan. Lê daxwaza me nehat qebûlkirin."
Kûzû balê kişand ser temenê Turk û wiha axivî: "Piştî ku Turk birin Sîlîvriyê jî, me serî li dozgeriyê da, lê dîsa daxwaza me hat redkirin. Îniya ku derbasbû jî me bi hinceta tendûristiya Turk serî li dozgeriya da." Kûzû diyar kir ku, dewlet bi girtin û binçavkirina hilbijêran dixwaze fatûreya pêvajoyê li wan bibire û wiha got: "Ji xwe di girtina hilbijêran de bi awayekî aşkere dixuyê. Ji bo Turk bidin girtin, di dest wan de tu tişt tune ye."
TURK DI BIN TECRÎDÊ DE YE
Kûzû anî ziman ku, derbarê girtina Turk de heta niha tu îddîaneme nehatiye amadekirin û wiha berdewam kir: "Ji bo Turk nikarin îddîanemeyê jî amade bikin. Lewra ji bo girtina Turk, di destê wan de tu tişt tune ye." Kûzû balê kişand ser pêvajoya girtina Turk û ev tişt anîn ziman: "Ji girtinê heta niha Turk di bin tecrîdê de tê ragirtin. Di dema hevdîtina parêzer û malbatê de, pirsgirêk tên derxistin."
TURK BI AWAYEKÎ KELEPÇEKIRÎ TÊ TEDAWÎKIRIN'
Kuzu anî ziman ku, Turk li Girtîgeha Silivriyê tê ragirtin û şert û mercên tenduristiya Turk rê nade ku girtî bên darizandin û Kuzû doza berdana Turk kir û der barê tendûristiya Turk de wiha axivî: "Turkê ku bi îradeya dehhezaran hatiye hilbijartin bi awayekî kelepçekirî tê tedawî kirin. L gorî Protokola Stenbolê divê ku li odeyê tenê nexweş û bijîşk hebin. Lê Turk û hemû girtî, rastî tersê vê rewşê tên. Ev tiştên ku diqewimin li dijî mafê tedawiyê ye."