Der barê wekîla HDP'î Leyla Bîrlikê de bi daxwaza 37 sal cezayê girtîgehê doz hat vekirin

ŞIRNEX - Der barê Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Leyla Bîrlikê de, ji ber beşdarbûyîna daxuyanî, meş û merasîmên cenazeyan ên li Şirnexê, heta 37 salan bi daxwaza cezayê girtîgehê doz hat vekirin. Bîrlîk a ku beşdarî cenazeyê Haci Lokman Bîrlik ê li Şirnexê jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wî li pêyî panzêrê hat kişandin bûye bi "Pesindayîna rêbaza çekdariyê ya rêxistinê û teşwîqkirina vê rêbazê" tê tawanbarkirin.

Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê tê meşandin de, der barê Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîkê ya di 4'ê mijdarê de hatibû girtin û ew şandin Girtîgeha Sîlîvriyeyê de, îddianame hat amadekirin.

Di îddianameya ku ji aliyê Serdozgerê Komarê yê Şirnexê Mehmet Patlak ve hat amadekirin û ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a Agiriyê ve hat qebûlkirin de, der barê Bîrlikê di çarçoveya faaliyetên partiya siyasî de, ji ber beşdarbûyîna 10 daxuyaniyên çapemeniyê yên cuda, meş û merasîma cenazeyan ên di navbera 2010-2016'an de, heta 37 salan cezayê girtîgehê tê xwestin.

Bîrlîk a ku tê xwestin ji mafê hilbijêr û bijarteyî ve bê mehrûmkirin, bi "Endamtiya rêxistin", "Hêlkirin û tehrîkirina gel a ber bi kîn û dijminayetiyê ve", "Bi bikaranîna navên rêxistinên sûcî ve gefxwarin", "Lidarxistina xwepêşandan û civînên derqanûnî û bi rê vebirina" tê tawanbarkirin.

Di îddianameyê de Bîrlika ku polîsê bi navê Ç.A. "tehdît" kiriye û "gef" lê xwarine, wek muştekî cih digire.

Wê yekemîn rûniştina dozê, di 4'ê çileya 2017'an de li Şirnexê bê dîtin.