Yek ji wan navên remzî yên 19'ê Kanûnê Saçilik: Girtî heman rewşê dijîn

ENQERE - Yek ji wan navên remzî yên li girtîgehan Velî Saçilik wiha got:"Îro di serdema îktîdara AKP'ê de jî, girtî rastî heman rewşan tên."

Girtiyên siyasî yên li girtîgehên Tirkiyeyê, di 20'ê cotmeha 2000'î de li dijî pergala "Tîpa F"yê bi rojiya mirinê çalakî dabûn destpêkirin. Hikûmeta ku Serokwezîrê wê Bulent Ecevît bû, li dijî çalakiya girtiyan di 19'ê kanûna 2000'î de bi navê "Vegera Jiyanê" operasyon dabû destpêkirin. Li dijî 20 girtîgehê bi nêzî 10 hezar leşkerî operasyona hatin lidarxistin û di encama van operasyonan de 30 girtî jiyana xwe ji dest dan. Ev operasyon ewil li Girtîgeha Bûrdûrê xwe dan der. Di operasyonê de milê girtiyê siyasî yê bi navê Velî Salçik, hat jêkirin, bi giranî birîndar bû. Salçik ê ji bo jiyînê li ber xwe da, bû yek ji wan navên remzî yên operasyonên "Vegera Jiyanê".

Salçik ê di salên 2000'î de dewletê milek wî jê kir, di sala 2016'an de jî, bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de, ji peywira xwe yî li Wezareta Ewlehiya Xebat û Civakiyî hat îxrackirin û piştî salan careke din hat mexdûrkirin.

Saçilik ji bo dubare li karê xwe vegere, li Kolana Yukselê tevî perwerdekar Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça her roj di çalakiyê de ye. Saçilik, di 16'mîn salvegera operayonên li dijî girtîgehan de, li Kolana Yukselê ji bo dîhaberê axivî.

'GIRTÎGEH WEK BERÊ NE'

Saçilik, binpêkirina mafan a li girtîgehan ku bi OHAL'ê re gihaştin asta herî jor, şiband "Operasyona Vegera Jiyanê" û wiha axivî: "Wê serdemê ji bo daxwazeke me yî hêsan a neqilkirin jî, dewlet li Girtîgeha Ûlûcanlarê bi kuştina 10 kesî bersiv da. Beriya operasyonan êrîşî girtiyan dikirin. Dema em diçûn nexweşxaneyê, em dihatin derbkirin, rastî îşkenceyê dihatin. Îro jî girtî heman rewşê dijîn. Bi OHAL'ê re, rewşa girtîgehan veguherî rewşeke tirsnak."

Lê belê, Saçilik got, di salên 2000'î de di warê rêxistinbûyîna binpêkirina mafan de, li rojava bêtir dihat teşhîrkirin, lê îro di teşhîrkirina binpêkirinên mafan ên li girtîgehan lawaz e.

'YÊN DI HEWLDANA DERBEYÊ DE CIH GIRTIN KESÊN ÎŞKENCE LI ME DIKIRIN BÛN'

Saçilik ragihand ku, gelek leşkerên birutbe yên di hewldana derbeya 15'ê Tîrmehê de cih girtin, di operasyona 19'ê Kanûnê de îşkence li wan kirine û wiha lê zêde kir:"Lê me her parast ku îşkence li kesî neyê kirin."

'DIVÊ EM DI TÊKOŞÎNÊ DE BIBIN YEK'

Saçilik got, ew ê ji bo karê xwe têbikoşe û wiha got:"Bi van rêbazan dixwazin tirsê li ser civakê belav bikin. Lê belê, divê em di têkoşînê de bibin yek, an jê em li zindanên faşîzmê bibin yek." Saçilik ji bo hestiyariyê bang li her kesî kir.