Di salvegera komkujiya Mereşê de, fikareya Terolarê

MEREŞ- Serokê Şaxa Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdalê Salman Akdenîz têkildarî bîranîna 37'emîn salvegera Ko mkujiya Mereşê axivî. Akdenîz diyar kir ku, elewî ji kampa penaberan a hatiye temamkirin bi fikare ne û wiha got:"Li gel travmaya derûnî, tirs û fikareya komkujiya Mereşê, bicihkirina gelheyeke feraseta selefî ya hema bêje deh qatî zêdeyî gelheya herêmê ye, ne rewşeke masûmane ye."

Di navbera 19-26'ê kanûna 1978'an de li Mereşê bis edan elewiyên kurd hatibûn qetilkirin, mal û kargehên wan hatibûn talankirin û bi sed hezaran welatî jî hatibûn koçkirin. Serokê Şaxa Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdalê Salman Akdenîz têkildarî bîranîna 37'emîn salvegera Komkujiya Mereşê axivî û anî ziman ku, di serdemeke ku muxalefeta civakiyî pêş dikeve de, hêzên serdest, faşîst û hêzên paşverû har kirin û komkujî pêk hat.

GELÊ HERÊMÊ BI TRAVMAYA KOMKUJIYÊ DIJÎ

Akdenîz anî ziman ku, Komkujiya Mereşê ne komkujiyeke ku ji aliyê mirovên ji rêzê, cahil û derdorên paşverû ve pêk hatiye û diyar kir ku, komkujiyeke ku bi tevkariya hin hêzên di nav dewletê û hin hêzên navnetewî pêk hatiye. Akdenîz dest nîşan kir ku, ji dema Osmanliyê heta niha, li dijî elewiyan gelek komkujî pêk hatine. Diyar kir ku elewiyên li herêmê hîn jî bi travmaya komkujiyê dijîn û wiha got:"Komkujiya Mereşê, divê bi awayekî hevpar hemû derdorên civakê li ser hûr bibin. Çimkî komkujiyeke, li dijî karker, kedkar û bindestan bû û komkujiyeke ku bi kêrî serdestan dihat."

‘XWESTIN JI ERDNÎGARIYÊ ELEWIYAN PAQIJ BIKIN'

Akdenîz diyar kir ku, Komkujiya Mereşê bes li ser kuştina mirovan nehatibû plankirin û wiha axivî:"Di heman demê de, mebest koçberkirina elewiyan û bi temamî ji herêmê xalîkirina mirovan bû. Bi Komkujiya Mereşê re, ji qetilkirina elewiyan wirdetir, hedef bi temamî ji vê erdnîgariyê paqijkirina elewiyan bû. Rewşeke ku veguherî qirkirinê. Yên kutin, kuştin. Yên mayî jî ber bi koçberkirinê ve hêl kirin. Ji ber vê, divê civak rûqalî van pêkanîna bibe."

'TEROLAR MUDAXILEYA AVAHIYA DEMOGRAFÎK E'

Akdenîz çêkirina kampa penaberan a li Terolara Jêr a navçeya Dûlkadîrogûluya Mereşê bi bîr xist û dest nîşan kir ku, li dijî elewiyan hîn jî hesabên qirêj di dewrê de ne û wiha behsa Kampa Terolarê kir:" Bi awayekî teknîkî, bi temamî li dijî vahiya demokrafîk mudaxilyek e. Li gel travmaya derûnî, tirs û fikareya komkujiya Mereşê, bicihkirina gelheyeke feraseta selefî ya hema bêje deh qatî zêdeyî gelheya herêmê ye, ne rewşeke masûmane ye. Cihên hîn musaîd hene, lê li vir çêdikin, ev li dijî me rewşeke bi qesdî ye. Di warê civakî, çandî û polîtîk de, mudaxileya li dijî qada jiyanê ya mirovên herêmê ye."

PIŞTÎ BÎRANÎNÊ WÊ CEM BÊ GIRÊDAN

Akdenîz got, wê bîranîna Komkujiya Mereşê di 24'ê kanûnê saet 12.00'an de li Mala Cemê ya li Taxa Yorukselîmê ye bê lidarxistin û wiha got:"Piştî bibîranîna mirovên me yî di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan, em ê biçin Terolarê û li wir li Mala Cemê ya Terolarê ji bo şehîdên xwe cemê girê bidin."