ŞIRNEX- Yek ji wan cihwarê ku kesên êşa evînê dikêşin û li ser wan nezir û gazî dikin jî Tirba Mem û Zînê ye, lê hema bêje îsal tu kesî serdana wê nekiriye. Tirbeya ku berê, ji gelek deveran ji bo niyaz û mirazên evînê wargeh bû, niha tenê notirvanek lê heye.
Yek ji destanên netewî ya gelê kurd Destana Memê Alan e, ku qala serpêhatiya wê evîna gewra ya Mem û Zînê dike. Ev destan ji bo ramyar û zanayê kurd Ehmedê Xanî dibe bingeha mesnewiya navdar Mem û Zînê. Destana ku cihwarê wê Mîrîtiya Cizîra Botanê ye, bi mijara xwe roja cejna vejînê ya gelê kurd Newrozê, li ser evîna Zîna xwişka Mîr Zeynedîn û Memî radiweste. Evîna Mem û Zînê, evîneke gewre ye, lê belê ji ber dek û dolabê fesadê Beko an jî Bekir nagihêjin mexsed û miradên xwe. Mem ji aliyê Mîr Zeynedîn ve tê zindankirin û li zindanê tê jehrîkirin, Zînê jî ji bo xwe bigihîne Memî, mirinê hildibêjêre û xwe ji qelaçan davêje Çemê Dîcleyê.
Ev her du evîndar, li gorên cuda, lê cem hev tên gorîkirin, da dawî li wê hisretê bê. Lê mixabin, Beko wan di gorê de jî rihet nahêle. Beko yê ji ber dek û dolabên xwe, ji aliyê hevalê Memî ve tê kuştin, li ber serê van her du evîndaran tê binaxkirin. Li gor efsaneyê, gul û kulîlkên di her biharê de li ser gorên Mem û Zînê şîn dibin, ji aliyê striyên li ser gora Bekoyê Ewan ve tên astengkirin.
CIHWARÊ KESÊN EVÎNDAR E
Gorên her du evîndaran ên li Cizîra Şirnexê ne, bi sedan sal berê wek tirbe û ziyaretgehê hatine veguherandin. Nemaze jî tibe, dibe wargeha çûnhatina kesên êş û azara evînê dikêşin. Ciwan, extiyar bi sedan kesên her êvara înê serdana gorên hezkiriyê xwe dikin, serdana turbeya van evîndaran jî dikin û ji bo evînê duayan dikin.
NIHA TIRBE VALA YE
Li Cizîrê ji ber qedexeya derketina derve ya sala çûyîn û bi sedan kesên di vê qedexeyê de jiyana xwe ji dest dan, niha li bajêr atmosfereke huznî heye û ji ber vê serdêrên tirbeya Mem û Zînê jî kêm bûne. Bi taybetî hewşa ku roja pêncşemê tije dibû û ji bo duakirinê mirov diketin rêzê, niha pir kes naçe û nayê.
Kesê ji lênerîna tirbeyê berpirsiyar jî dibêje, berê bi sedan serdêr dihatin, lê belê niha hema bêje tu kes naçe û nayê.
Dîcle Muftuoglû - dîhaber