WAN - Li Wanê, cerdevanê bi navê T.G. yê du xwişkên hev ên berastengê zîhnî îstismar kir, derket holê ku xwişka wan î 19 salî ya berastenga zihnî jî îstîsmar kiriye. T.G. yê îstîsmara zayendî îtiraf kir, bi van gotinan parêziya xwe kir: "Ez ne bawerim zarok berastengê zîhnî bin."
Li Wanê, cerdevan T.G. (47) ê 2 zarokên xwişkên hev ên berastengên zîhnî (bîrayî) îstismar kir, derket holê ku xwişka wan a 19 salî jî îstismar kiriye. Ji zarokan yek jê, piştî li dibistanê ji xwe diçe, bûyer eşkere dibe û di 2'yê kanûnê de têkildarî vê îfadeya cerdevanê bi navê T.G. tê girtin û eşkere dibe ku, îstîsmara zayendî ev 5 sal e didome. T.G. yê hat girtin, di îfadeya xwe yî li dozgeriyê de, îtiraf kir ku wî her 2 zarokên temenê wan 12 û 13 sal in îstismar kiriye. T.G. got, ew ji zaroka 12 salî ya tê diyarkirin ducanî ye tehrîk bûye û di parêziya xwe de got, wî nizanbûye ku zarok berastengên zîhnî ne.
ÎFADEYÊN NAKOKIYÎ DA
Cerdevan T.G. yê li qereqolê di îfadeya xwe de li xwe mikur hat, di îfadeya xwe yî li dozgeriyê de derpêş kir ku, wî îstismarî her 2 zarokan kiriye, lê belê xweişkan wan a 19 salî îstismar nekiriye. 2 jê zarok, 3 xwişkên hev ên di refaqetiya derûnnasan de îfade dan, vegotin ku, ew di dîrokên cuda de rastî îstismara zayendî ya cerdevan T.G. hatine.
ÎSTISMAR 5 SAL E DIDOME
Cerdevan T.G. di îfadeya xwe yî dozgeriyê de diyar kir ku, ew tim diçû mala zarokan û wiha axivî: "Ez yek ji ferdên malbatê bûm. Ev 5 sal e tim diçim mala wan, xwarinê dixwim, rûdinêm sohbetê dikim. Ez ne bawerim zarok berastengên zîhnî bin. Ew mirovên normal in. Tu tevgerîneke berastengiya zayendî nîşan nadin. (Zaroka 12 salî) Ez tehrîk kirim. (Mala zarokan) Carinan min tiştên xwarinê dikirî. Pêdiviyên wan bi cih tînim. Ez wek ferdekî malbatê bûm."
QENCÎ BI ZAROKAN KIRIYE!
Cerdevan T.G. ê di parêziya wî de îfadeyên skandalî cih girtin, bi van gotinan parêziya xwe kir: "Ez wisa difikriim, min qencî bi zarokan kiriye. Dema diçûm mala wan, min diyarî ji wan re dikirî. Em wek malbatekê bûn. Ez tim li derdora mala wan bûm. (Ji bo zarokan) Min pere dida. (Ji bo zaroka 12 salî) dibe min gotibe ez ê hungulîskê bikirim. Lê min nekiriye."
‘JI BER TIRSIYAM MIN NIKARIBÛ VEGOTANA'
Jina berastenga zîhnî ya 19 salî ya rastî îstismara zayendî hat vegot ku, ew bûye şahidê ku cerdevan T.G. xwişkên wê îstismara kiriye. Jina ciwan vegot ji ber ew ji T.G. yê êrîşê wê kir û ew îstismar kir tirsiyaye, newêribûye vebêje û wiha got:"Ji ber ez rastî tiştekî wisa hatim, di nezda civakê de fikra ez ê bêm rencîde kirin, li min peyda bû." Jina ciwan diyar kir ku, ew ji T.G. bi gilî ye.
Selman Keleş - dîhaber