Di pirtûka dersê de, pirsên balafir û tangên şerî!


AMED
- Di pirtûka Fîzîkê ya Weşanên Bîreyê de pirsa pirsên balafirên şer û tangan bû sedema nîqaşan. Semîha Guler Demîr a ku dema kurê wê pirs çêdikirin hay jê bû, anî ziman ku ji xwe zarokên wan di pratîkê de şer dijîn û got, ew naxwazin zarokên wan ji bo şer xwe amade bikin.

Di pirtûka dersê ya Fîzîka Pêşketî ya Weşanên Bîreyê ji bo pola 11'emîn amade kiriye de, di pirsekê wê de şemayeke ku balafira şerî û tang tê de cih digirin heye. Di biniya şemayê de jî pirseke wiha cih digire: "Balafireke şerî ya ji erdê bi qasî 500 metreyî bilind dibe, ji bo li tanga ku bi lezeke 50 m/s'yî nêzî wê dibe bide, divê di çend metere dûrahiya berwarî de bombeyê bi ser tangê de berde?"

Jina bi navê Semîha Guler Demîr dema ku kurê wê Egît Demîr noqî çêkirina pirsan bû û haya wê ji vê pirsê çêbû bertek nîşan da û da zanîn ku pirsên bi vî rengî di warê derûnî de bandorê li ser zarokên wan dikin. Demîr anî ziman ku, şerê li heremê tê meşandin derbasî pirtûkan jî bûye û wiha got: “Ji bo şer mirov amade dikin. Li ser pirtûkên dibistanan cih girtina pirsên bi vî rengî ne rast e."

‘ZAROK JI XWE DI NAVA ŞER DE NE’

Demîr dest nîşan kir ku, zarok ji xwe di nava şer de dijîn û axaftina xwe wiha domand: “Pirtûk di bin qontrola dewletê de tê çapkirin. Dewlet dixwaze bandora şerê li heremê li ser hemû beşên civakê bide der. Zarok êdî pêşeroja xwe nabînin. Ev bandorê li ser nêzîkbûna zarokan a dibistanê jî dike."

‘EM NAXWAZIN ZAROKÊN ME JI BO ŞER BÊN AMADE KIRIN’

Demîr diyar kir ku, dema şer û pevçûnên li navçeya Surê zarokên wê bi dengê topbaranan ji xew hişyar dibûn û wiha berdewam kir: “Keça min Berîtan her roj dema ji xew hişyar dibû, pirsa 'Îro dîsa deng ji Sûrê tê?' dikir. Bi rastî zarokên me di pêvajoyeke zehmet re derbas bûn. Zarok bûn şahidê şerê li heremê. Divê dawî li vî şerî bê. Em naxwazin zarokên me ji bo şer bên amade kirin. Axa me ji xwînê têr bû. Êdî bes e, divê aştî bê vê xakê.”