‘Nêzîkatiyên polîtîk mirina dayik û zarokan zêde dike'

ÊLIH - Sekretera Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê (SES) a Êlihê Cansû Çolak anî ziman ku, li Ewropayê rêjeya herî zêde ya mirina dayik û pitikan li Tirkiyeyê ye û got, sedema zêdebûna vê rêjeyê, polîtîkayên hikûmetê yên têkildarî temenê zewacê ne.

Li gor daneyên 2016'an ên Rêxistina Tevkariya Aboriyê ya Ewropayê (OEEC), li Ewropayê rêjeya mirina dayik û pitikan herî zêde li Tirkiyeyê ye. Di nav welatên Ewropayê de, li Tirkiyeyê leza mirina pitikan rêje ji hezarî 11,1 e. Sekretera Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê (SES) a Êlihê Cansû Çolak dest nîşan kir ku, di zêdebûna leza mirina dayik û pitikan de, polîtîkayên tenduristiyê bandorker in û wiha got:"Sedema zêdebûna rêjeya mirina dayikan, polîtîkayên hikûmetê yên têkildarî temenê zewacê ne."

Çolak diyar kir ku, li gor sala 2015'an, rêjeya mirina dayikan di sala 2016'an de zêde bûye û rêjeya mirina pitikan jî kêm bûye.

‘ZEWACA DI TEMENÊN BIÇÛK DE RÊJEYA MIRINA DAYIKAN ZÊDE KIR'

Çolak vegot, rêjeya mirina dayikan herî zêde di biniya 15 saliyê û di ser 36 saliyê de xwe didin der û wiha domand:"Sedema herî girîng a zêdebûna rêjeya mirina dayikan jî, ji ber zewaca di biniya 18 saliyê de ye. Di serdemên berê de, zewaca di biniya 18 salan de qedexe bû. Bi vî awayî zewaca di biniya 18 saliyê de dihat astengkirin. Lê belê, li gor rewşa niha, heke destûra ferd, a dê û bav hebe di her temenî de dizewice, ku hikûmet rê li ber vê vekir. Nexweşên 13 salî jî tên nexweşxaneyê. Ev rewş jî, di zêdebûna rêjeya mirina dayikan de faktoreke herî mezin e."

‘LI HERÊMÊN BEJAHIYÎ RÊJEYA MIRINAN ZÊDE YE'

Çolak dest nîşan kir ku, rêjeya mirina dayik û pitikan herî zêde li herêmên bejahiyî pêk tên û wiha axivî:"Sedema li herêmên bejahiyî rêjeya mirinê zêdeye, ji ber bi awayekî tenduristiyane xwenegihandina saziyên tenduristiyê û bi awayekî baş pêkneanîna xizmetên tenduristiyê ye. Ji ber vê yekê, rêjeya mirinê herî zêde li herêmê xwe dide der."

‘PÊVAJOYA POLÎTÎK BANDORÊ LI SER XEBATKARÊN TENDURISTIYÊ KIR'

Çolak parve kir ku, pêvajoya polîtîk rêjeya mirinê zêde kiriye û wiha domand:"Dema em li rêjeya mirinê ya li herêmên bejahiyî dinihêrin, herî zêde rêjeya mirinê li herêmê ye. Wek welat, pêvajoya polîtîk a em rastî wê tên, bi awayekî neyînî bandorê li ser xebitîna xebatkarên tenduristiyê û saziyên tenduristiyê jî dike. Me ev di pêvajoya pevçûnê de dît. Li cihekî aşitî lê tune be, bandorê li xebatkarên tenduristiyê jî dike. Di vê pêvajoyê de gelek dayik û pitik mirin."