NAVENDA NÛÇEYAN - Li Qeyseriyê piştî li dijî otobusa leşkeran êrîşa bombeyî pêk hat, li gelek bajaran avahiyên HDP'ê bûn hedefa êrîşan. Di êrîşan de avahiyên HDP'ê zerar dîtin û li gelek bajaran endam û rêveberên HDP'ê hatin binçavkirin.
Piştî êrîşa bombeyî ya li Qeyseriyê li dijî otobusa leşkeran pêk hat û 14 leşkeran jiyana xwe ji dest dan, êrîşên li dijî avahiyên HDP'ê û li dijî endam û rêveberên HDP’ê zêde bûn. Li Eskişehirê endamê Meclîsa Ciwanan a HDP’ê, dema ji avahiya HDP’ê derketin rastî êrişê hatin. Endamên jin ên HDP’ê Z.Y û E.K dema diçûn mala xwe disa rastî êrîşê hatin. Piştî êrîşkar reviya 2 endamên jin ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Di rûpela medya civakî ya Facebookê de kesek bi navê TOLUNAY nivîsa bi sernavê “Îşev pêdiviya me bi tundiyê heye. Kolan talûke ne” parve kir. Dîsa nivîsa “Li Eskişehirê avahiya HDP’ê hat dagirkirin. Ev der Eskişehir e. Îşev li kolanên Eskişehirê neçîr heye” belav kirin.
Hat zanin ku piştî di saetên şevê de komek li ser kolana avahiya HDP’ê kom bûn, polîsan deriyê ketina avahiyê kîlît kir.
KIRŞEHÎR
Li Kirşehirê, li dijî endam û reveberên HDP’ê operasyona hemwext pêk hat. Di operasyona serdegirtina malan de 22 endam û rêveberên HDP’ê hatin binçavkirin. Di serdegirtina malan de Hevseroka HDP'ê yê Bajar Demet Resuloglu Çetin, rêveberên HDP'ê Saim Ozdemir û Eşref Odabaşi jî di navde 22 kes hatin binçavkirin. kesên hatin binçavkirin birin midûriyeta polîsan.
ŞIRNEX
Polîsan di saetên serê sibê de bi ser avahiya HDP'ê ya Silopiya de girt. Polîsan di serdegirtina avahiya HDP'ê de, alav û amûrên li avahiyê tev belav kirin û girtekek li pey xwe hiştin û ji avahiyê derketin. Şevê din Hevserokên HDP'e yê Sîlopyayê Ali Balin, Aycan Azma hatibûn binçavkirin.
QEYSERÎ
Li Qeysekriyê komekê êrîşî avahiya HDP'ê ya Qeyseriyê kir. Komê ewil camên avahiyê şikandin û piştre şewitandtin û ala MHP'ê pê dakirin.
Koma ku slogan berz kirin piştre ketin avahiya EMEP'ê ya Qeyseriyê. Lê ji ber kes li avahiyê nedîtin ji avahiyê derketin û êrîşî avahiya DÎSK'ê ya Qeyseriye kirin. Komê piştre êrîşî avahiya CHP'ê ya Qeyseriyê kir. Ciwanên endamên CHP'ê hatin darpkirin. Hat zanîn ku li Qeyseriyê hin karkerên kurd ên înatê ji rasti erîşê hatin.
STENBOL
Li Stenbolê jî komekê êrîşî avahiya HDP'ê ya Bagcilarê kir. Komê avahiya HDP'ê bi fîşekên hewaşî avahi şewitandin. Komek din xwestin êrîşî avahiya HDP'ê ya Uskudarê jî bikin. Avahiyên HDP'ê yên Kartal, Beylikduzu, Beykoz, Esenyurt rastî êrîşan hatin û avahiyên HDP'ê zerar dîtin.
ÎZMÎR
Piştî di 17'e kanûnê de li Qeyseriyê li dijî otobusa leşkerên Fermandariya Tabura Komando ya Qeyseriyê pêk hat û 14 leşkeran jiyana xwe ji dest dan û 55 leşker birîndar bûn, êrîşên li dijî avahiyên HDP'ê zêde bûn. Li navçeya Bayrakli jî li dijî avahiya HDP'ê êrîşa çekdarî pêk hat. Di êrîşe de tiştek bi kesî nehat. Li navçeya Buca, Bornova, jî êrîşî li dijî avahiyên HDP'ê bi keviran êrîş pêk anîn. Camên avahiyên HDP'ê şikestin.
Li Erzîngan, Kocaelî, Çanakkale, Edene, Bursa, Enqerê jî komên cuda êrîşî avahiyên HDP'ê kirin, Di êrîşan de camên avahiyan şikandin û alên tirk bi avahiyan dakirin.