ESKİŞEHÎR - Endamê HDP’a Eskîşehîrê Servet Erkan têkildarî êrîşên li dijî avahiya HDP’a Eskîşehîrê û êrîşên li dijî esnaf û welatiyên kurd ên li Eskîşehîrê dijîn pêk tê diyar kir ku êrîşek li dijî wan pêk bê berpirsiyar îktîdara AKP'ê ye.
Piştî daxuyaniya Serokomar Erdogan a Seferberiyê û bûyera li Qeyseriyê pêk hat, êrîşên li dijî avahyên HDP’ê û esnafan jî zêde bûn. Li Eskîşehîrê di nava hefteyekê de 2 caran êrîşî avahiya HDP’ê hat kirin û xwestin kesên di avahiyê de lînc bikin. Ji bilî vê komên cuda esnaf û welatiyên kurd ên li Eskîşehîrê dijîn hedef girtin û gefa kuştinê li wan xwarin. Endamê HDP’a Eskîşehîrê Servet Erkan der barê van êrîşan de axivî û diyar kir ku gefa kuştinê li welatî û esnafên Eskîşehîrê tê xwarin, ger tiştek bê serê wan berpirsyar hikûmet e.
‘HDP PARTIYA GELAN E’
Erkan da zanîn ku girtin û binçavkirina endamên HDP’ê dijhiqûqê ye û wiha axivî: “Ne tenê li Eskîşehîrê hemû bajar û navçeyên Tirkiyeyê îro li dijî HDP’ê êrîşên dijhiqûqî pêk tên. Endam û rêveberên HDP’ê ji aliyê komên nijadperest ve tên tehdîtkirin. HDP partiya gelan e û aştî û biratiya gelan zêdetir tiştekê naxwaze. Lê yên ku îro li Tirkiyeyê aştî û biratiyê dixwazin dibin hedafa kesên nijadperest. Nijadperest dixwazin li Tirkiyeyê nakokiyan derbixin û ji ber vê yekê êrîşî siyasetmedar û gelê kurd dikin.”
‘LI DIJÎ ME TERORÎZM PÊK TÊ’
Erkan destnîşankir ku endamên HDP’ê yên jin di bin çavan de rastî lêgerîna tazî tên û axaftina xwe wiha berdewan kir: “Tu delîlên girtina endam û rêveberên me di destê dewletê de tune ne. Ji ber ku delîl di destê dewletê de tune ne, dema binçavkrina endam û rêveberên me bi awayekî dijhiqûqî tê dirêjkirin. Hevalên me yên jin di binçavan de rastî lêgerîna tazî tên. Ev yek dijmirovî û dijhiqûqî ye. Yên ku îro hevalên me bi terorîzmê sûcdar dikin bila neyê jibîrkirin terorîzma herî mezin ew îro li dijî me dikin. Ev yek terorîzm nîn e çî ye, kê dikare bersiva vê yekê bide?”
‘BERPIRSYAR HIKÛMET E’
Erkan bal kişand ser êrîşên li dijî avahiya HDP’a Eskîşehîrê, esnaf û welatiyên kurd ên Eskîşehîrê axaftina xwe wiha domand: “Ev 2 car in li dijî avahiya me êrîşên komên nijadperst pêk tên. Herî dawî duh komek nijadperestan xwestin ku hevalên me yên di avahiyê de derketin lînc bikin. Bi berzkirina dirûşmên nijadperest xwestin provakasyonan derbixin. Lê em nayên lîstikên wan kesên bêexlaq. Armanca me biratiya gelan e û em ji bo vê siyaseta demokratîk didin meşandin. Esnaf û welatiyên kurd ên ku li Eskîşehîrê dijîn ji aliyê nijadperestan ve tên tehdîtkirin û gefa kuştinê li wan tê xwarin. Tu ewlehiya esnaf û welatiyên kurd ên niha li vir dijîn tune ye. Ger tiştek bê serê wan berpirsyar hikûmet e.”
‘EM MAFDAR IN’
Erkan bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Êrîşên li dijî pertiya me ya gelan bi awayekî organîze berdewam dikin. Em di rêya hevalên xwe yên girtî û binçakirî de diçin. Em mafdar in û em ê bi ser bikevin. Ger meşandina siyaseta demokratîk sûc be em jî sûcdar in. Em şopdarê endam û rêveberên xwe yên ku niha di girtîgehan de bi awayekî dijmirovî tên girtin de dimeşin. Tu kes nikare biryara me ya aştî û biratiyê j ime bistîne, ez carek din dibêjim em mafdar in û em ê bi ser bikevin.”
Ferît Dere- Dihaber