Rojnameger: Em şahidin û kefilên rojnamegeriya Kirkaya ne

ENQERE - Rojnameger û Nûnerê DÎHA ya hat girtin yê Enqereyê Kenan Kirkaya 6 roj berê hat binçavkirin û hêj di bin çavan de ye. Hat îdîakirin ku Kirkaya bi îxbara dê derkeve dervê welat hatiye binçavkirin. Rojnamegeran diyar kirin ku ew şahid û kefîlin ku Kirkaya rojnameger e û xwestin serbest bê berdan.

Di operasyonên 12'ê kanûnê yên li dijî endam û rêveberên HDP'ê de bi sedan endam û rêveberên HDP'ê hatin binçavkirin. Di nav de Rojnameger û Nûnerê DÎHA ya hat girtin yê Enqereyê Kenan Kirkaya ji hat binçavkirin. Tevî rojnameger Kirkaya 16 rêvebên HDP'ê hatibûn binçavkirin. 6 roj derbas bû, lê hêj Kirkaya di bin çavan de ye û nehat berdan. Hêj der barê Kirkaya û 9 kesên din de dosyaya lêpirsînê nehatiye amadekirin.

Parêzerê rojnameger Kenan Kırkaya Hasan Erdogan, anî ziman ku 9 kes ji dosyayekê hatine binçavkirin, lê ji ber dozger tune hêj dosyaya der barê wan de nehatiye amadekirin û nikarin xwe bigînin naveroka dosyayê. Erdogan, anî ziman ku Kirkaya li ser îxbara ku dê bireve dervê welat hatiye binçavkirin.

EM ŞAHID IN KU KIRKAYA ROJNAMER E

6 roj derbas bû, lê hêj rojnameger Kirkaya derneket pêşberî dadgehê. Hempîşeyen Kirkaya bertek nîşan dan û xwestin Kirkaya serbest bê berdan. Serokê Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiye (TGS) yê berê Ercan Îpekçî, diyar kir ku demek dirêj e Kirkaya nas dike û kefîlê rojnamegeriya wî ye. Îpekçî, anî ziman ku piştî Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu got 'Çi hewce be dêpêwistiya wê bê kirin' Kirkaya hat binçavkirin û wiha got: “Em bi awayekî berz dibêjin tu eleqeya Kirkkaya bi tu tiştî tune. Tenê karê rojnamegeriyê dike. Em şahid û kefîlên rojnamegeriya Kirkaya ne. Em dixwazin bi lezgîn Kirkaya serbest bê berdan.

Nûnerê Rojnameya Evrenselê yê Enqereyê Cem Gurbetoglu jî anî ziman ku Kirkaya demek dirêj e rojnamegeriyê dike û wiha got: "Di her serdema ku Tirkiye dixetibe Kirkaya dê binçavkirin. Piştî OHAL'ê êrîşên li dijî rojnamegeran zêde bû. Li gel hemû zextan kesên di rojnamegeriyê de israr dikin tên binçavkirin. Ji bo Kenan nuçeyan çêneke û civakê agahdar neke hat binçavkirin. Hêj nayê zanîn Kirkaya ji çi tê tawanbarkirin. Wisa xuya dike ku Wezîrê Karên Hundir dixwaze tola xwe hilîne. Em şahidin ku Kenan Kirkaya rojnameger e. Em dixwazin demek berî demekê serbest bê berdan.