Ciwanên AK Partiyê li ser tora civakî gefa kuştinê xwarin

ENQERE - Baskên Ciwanên AK Partiyê li ser tora civakî ya bi navnîşana "AKP Gençlik Kolları’ gefa kuştinê li kurdan xwarin. Di tora civakî de nivîsên wekî "Divê gundên kurdan ên Anatolyaya Navîn bên şewitandin û Bakurê Kurdistanê bê bombekirin û gelê kurd ê Bakurê Kurdistanê bê îmhakirin" belav kirin.

Baskên Ciwanên AK Partiyê li ser navnîşana tora civakî ya Twîtêrê ya bi navê ‘AKP Gençlik Kolları’ gefa kuştinê li gelê kurd xwarin û nivîsên wekî ‘Divê gundên kurdan ên Anatolyaya Navîn bên şewitandin û Bakurê Kurdistanê bê bombekirin û gelê kurd ê Bakurê Kurdistanê bê îmhakirin. Piştî ku Serokomar Erdogan li Tirkiyeyê seferberî îlan kir, komên cuda êrîşî gel û saziyên kurd kirin. Kesên nêzî MHP'ê û AKP'ê avahiyên HDP’ê hedef girtin û şewitandin. Niha jî li ser tora civakî gefên kuştinê li gelê kurd dikin û bi vî avayî tehdîtan dikin.