Bîlgen: Banga hestiyariyê peyvira her kesî ye

ENQERE - Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayhan Bîlgen têkildarî êrîşên dawî yên li dijî avahiyên HDP'ê yên bajar û navçeyan, li Navenda Giştî ya HDP'ê civîna çapemeniyê pêk anî. Bîlgen diyar kir ku peyvira her kesî ewe ku banga hestiyar û sersar tev bigerin bikin.

Berdevkê HDP'ê li Navenda Giştî ya HDP'ê civîna çapemeniyê pêk anî û têkildarî geşedanên dawî agahî da. Bîlgen, anî ziman ku ji van êrîşan mirov fêhm dikin ku qedexeya derketina derve û pêkanîna Rewşa Awarte tenê li dijî Kurdan, mûxalîfan, rojnamevan û akademîsyenan e. Bîlgen da xuyakirin, ku berprisyariya hikûmeta qanûnî ye ku jiyana her kesî ewle bike û anî ziman, hikûmet ji bo xwe ji bin vê berpirsyariyê derxîne û hesabê mirina mirovan nede, daxuyaniyên şaş û şewt diweşîne.

Bîlgen bibîr xist, li hin avahiyên wan ên êrîş li wan hatin kirin, polîsan bi boyaxê ser nivîsên li dîwarên avahiyê hatine nivîsandin girtine û bi vî rengî delîlên sûcê hatiye kirin, reş kirine. Bîlgen diyar kir, polîs û ekîbên arkujiyê li şûna girtina êrîşkaran û vemirandina agirê bi avahiyên wan hatine xistin, kamerayên li avahiyan kom dikin û tabelayên partiyê dadixînin.

Bîlgen da zanîn, êrîşên li dijî avahiyên partiya wan berî niha bi çend rojan dest pê kirine û ragihand, di nava vê demê de wan gelek caran hewl dane xwe bigihînin rayedarên hikûmetê, lê belê bersiv ji wan re nehatiye dayîn û tevî vê yekê hikûmetê ti tedbîr li dijî êrîşan negirtiye. Bîlgen got, nîvê şevê 2 koman êrîşî navenda giştî ya partiya wan kirine.

Ayhan Bîlgen diyar kir, di rewşa heyî de ji aliyekî ve şert û mercên şerê navxweyî bi darbeyê re tê amadekirin, li aliyê din jî bi êrîş û provokasyonan dixwazin di nava civakê de şerekî derxînin. Bîlgen her wiha ragihand, ku hewl tê dayîn zemîna siyasetê li partiya wan bigire û got, "Heta ji destê me hat, me hewl dan pêşî li rûdana atmosfereke şer bigirin. Lê belê bilav ê yekê jî zanibin; bi qasî ku em hewl didin pêşî li provokasyonan bigirin, em ê bi biryardarî têkoşîna xwe ya demokratîk jî bidomînin."

Bîlgen da xuyakirin, ku ew ê serî netewînin û nehêlin hikûmet bi hêsanî xeyalên xwe yên serokatiyê, bi cih bîne.