Rojnameger: Bi armanca tunekirinê êrîş dikin

STENBOL - Rojnameger û nivîskaran bertek nîşanî êrîşên li dijî HDP'ê rexne kirin û diyar kirin ku berpirsiyarê van êrîşan hikûmet e. Nivîskar û rojnameger Umît Kivanç, diyar kir ku îktîdar dixwazin bi hevkariya hev gav bi gav tune bikin û di hedefa wan de tunekirin heye.

Piştî êrîşa li Beşîktaşa Stenbolê li dijî polîsan û êrîşa li Qeyseriyê li dijî leşkeran pêk hat êrîşên li dijî HDP’ê zêde bûn. Komên ku sloganên nijadî berz dikin êrîşî avahiyên HDP’ê yên bajar û navçeyan dikin û zerarek mezin didin avahiyên HDP’ê. Rojnameger, nivîskar û sînemavanan bertek nîşanî êrîşan dan û diyar kirin ku berpirisarê van êrîşan hikûmet e. Nivîskar Umît Kıvanç, diyar kir ku bi armanca tunekirinê êrîşî HDP'ê dikin û got “Bûne yek û êrîş dikin. Bi hevkarî û tevgariyê êrîş dikin û dixwazin hêdî hêdî tune bikin. Bi armanca tunekirinê êrîş dikin.

BERPIRSIYAR ÎKTÎDAR E

Nivîskarê Rojnameya Cumhuriyetê Ayşe Yildirim jî bertek nîşan da û wiha got: “Wekî berpirsiyar HDP be êrîş dikin. Hikûmet wekî berpirsiyar nêzîk nabe. Raste rast mirov kirin hedef.
Nivîskar Hayko Bagdat jî anî ziman ku her dem bi feraseta perçebûnê tev digerin. Bagdat, da zanîn ku bi êrîşên li Beşiktaş û Kayseriyê ciwanên kurd ên li Edene û Mêrsînê dikin hedef û wiha got: “Rayedarên hikûmet û dewletê ji aramîe û aştiyê dûr dikevin. Em vê êrîşê şermezar dikin. Divê dîsa li hev rûnên û dest bi muzakereyan bikin. Şewata avahiyên HDP’ê û girtina siyasetmedarên kurd nayê qebûlkirin.

'DEWLET ZIMANÊ TOLHILDANÊ BIKAR TÎNIN’

Rojnameger Mehveş Evîn jî diyar kir ku êrîşên li dijî avahiyên HDP’ê wê xemgîn dike û wiha got: “Ev ne suprîz in. Gotina 'tolhildan’ a rê li pêş tundiyê vedike herî zêde rayedarên dewletê û hikûmetê bikar tîne. Rayedarên dewletê li hemberî provokasyon û êrîşên li hemberî partiya siyasî bêdeng dimîne. Dewletek wisa dê çawa karibe welatiyan biparêze. Dê kengî welatiyên xwe bi parêze.