RIHA - Rûniştina doza Hevseroka HDP'ê Fîgen Yuksekdag, Parlamenterên Rihayê Îbrahîm Ayhan û Dîlek Ocalan li Rihayê hat dîtin. Yuksekdag ku girtî ye bi rêya SEGBİS'ê îfade da. Heyeta dadgehê der barê wekîla HDP'ê Dîlek Ocalan de biryara bi zorê bînin dadgehê da.
2'emîn rûniştina doza Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê hat dîtin. Yuksekdag bi rêya SEGBÎS'ê beşdarî dozê bû. Doz taloqî 1'ê Sibata 2017'an kirin. Li aliyê din doza parlamenterên Rihayê Îbrahîm Ayhan û Dîlek Ocalan jî li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê hat dîtin. Heyeta dadgehê der barê Ocalan de biryara bi zorê bînin dadgehê da. Heteyê rûniştinê dozê yên Yuksekdag, Ayhan û Ocalan taloqî 1'ê Sibata 2017'an kir.