Girtiyên astengdar rastî îşkenceya sîstematîk tê

ÎZMÎR – Parêzerê girtiyê siyasî Halil Yilmaz ê ji sedî 50 astengdar û li Girtîgeha Tîpa E ya Manîsayê girtiye, diyar kir ku Yilmaz bi awayekî sîstematîk ji aliyê gardiyanan ve rastî îşkenceya fîzîkî û derûnî tê.

Girtiyê ji sedî 50 astengdar Halîl Yilmaz ê di sala 2014'an de bi îdîaya ‘Endamê rêxistinê ye" hat girtin û rastî 12 sal cezayê girtîgehê hat rastî îşkenceya fîzîkî û derûnî tê. Parêzerê Halîl Yilmaz ê ji doza PKK'ê hat girtin, der barê Yilmaz de agahî da û anî ziman ku Yilmaz bi awayekî sîstematîk rastî îşkenceya fîzîkî u derûnî ya gardiyanan tê. Prz. Yunus Emre Guneş, da zanîn ku Yilmaz ji Girtîgeha Maltepe şandin Girtîgeha Tîpa T a Bandirma û ji wir jî di meha borî de şandin Girtîgeha Tîpa E ya Manîsayê. Guneş wiha got: "Yilmaz li gel ku li Nexweşxaneya Leşkerî ya Gumuşxaneyê ji sedî 50 rapora astengiya aqil wergirtiye jî, ji mafê xwe yê pêdiviyê jiyana rojane mahrum tê girtin." Guneş, diyar kir ku Yilmaz bi awayekî sîstematîk rastî îşkenceyê tê.
Dema şandin girtîgeha Manîsayê di ketina girtîgehê de ji aliyê gardiyanan ve rastî lêdanê hat. Ji ber astengdarê aqil bû bêtir derûniya wî xera bû. Girtiyê nexweş Yilmaz bêtir nexweş ket. Pêkaninên li ser wî tê meşandin bêtir giran dibe. Girtîgeha Manisayê pir kevne. Ji bo girtiyên nexweş pir xerab e.

‘BI TENA SERÊ XWE NIKARE BIJÎ'

Guneş, anî ziman ku Yilmaz girtiyekî nexweş e û wiha got: "Ji sedî 50 astengdarê aqil e. Nikare bi tena serê xwe bijî. Daxwaza Yilmaz a sereke sewqî girtîgeha Stenbolê ya nêzî malbata wî bibe ye. "

Birayê Yilmaz Celal Yilmaz jî anî ziman ku piştî Yilmaz sewqî Manîsayê hat kirin û şûnde derûniya wî bêtir xera bû. Yilmaz, anî ziman ku dema bi telefonê bi birayê xwe re di axive her dem dibêje rastî tundiya derûnî û fîzîkî tê. Niha bi serê xwe di yek hucreyê de tê girtin. Her dem dibêje 'min ji vê girtîgehê derxin. Dibêje şertên min pir xerab e.

Yilmaz, anî ziman ku cihê birayê wî lê dimîne wekî cemedê ye û serşok lê tune. Yilmaz, da zanîn ku li hucreya birayê wî pêhna pir genî tê û xwarina sar didin birayê wî. Yilmaz, destnîşan kir ku birayê wî ji hemû mafê xwe yê li girtîgehê mahrûm tê girtin û nikare bi tena serê xwe bijî. Yilmaz, heri dawî da zanîn ku nikarin biçin hevdîtina birayê xwe û birayê wî rastî îşkenceya fîzîkî û derûnî tê.