Ocalan nîşan da di çareseriyê de em ne mohtacê xwînê ne

STENBOL - Aktîvîsta TJA Îlkay Yenîgul, diyar kir ku dema projeya Ocalan a çareseriyê ket meriyetê xwîn û kuştin rawestiya û li hemû Tirkiye hêvî geş bû. Yenîgun, da zanîn ku piştî çareserî bi dawî bû û tecrîdê dest pê kir, xwîn rijiya û kuştin zêde bûn. Hevberdevka HDK Gulistan Kiliç Koçyîgît jî diyar kir ku Ocalan îspat kir ku dema çareserî hebe pêdivî bi rijandina xwînê tune û îspat kir ku em dikarin di nava çareserî û diyalogê de bijîn.

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an heta niha li Girtîgeha Ewlehiya wê Bilind a Tîpa F a Îmraliyê de di yek hucreyê de bi tena xwe dijî. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, 17 salin bi tenê dijî. Di hemû hevdîtinên xwe de peyam şand û xwest pirsgirêkê bi riya aştî, diyalog û siyaseta demokratîk çareser bikin. Herî dawî di Newroza 2013’an de peyamek şand û xwest êdî hamleyek nû ya çareseriya demokratîk û aştiyê bidin destpêkirin. Piştî di 3’ê Cileya 2013’an de heyeta yekemîn çû îmraliyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan projeya çareseriyê amade kir û parve kir. Hamleya di Newroza Amedê ya 2013’an de dest pê kir, heta 5’ê Nîsana 2015’an berdewam kir. Rêberê PKK’ê di 28’ê Sibata 2015’an de 10 xalên çareseriya demokratîk li Dolmabahçeyê bi raya giştî re parve kir. Lê di 5’ê Nîsana 2015’an de rê li pêş heyetê hat girtin û Erdogan got “Mase tune. Ez masê nas nakim” Piştî gotina Erdogan pêngava çareseriyê bi dawî bû. Hikûmeta Tirkiye di 24’ê Tîrmeha 2015’an de starta şer da destpêkirin û bi sedan nokteyên axa kurdan bombe kir. Piştre bi fermana Serokomar Erdogan Bajarên kurdan Sûr, Şirnex, Cizîr, Sîlopya, Nisêbîn, Gever. Hezex ji aliyê deh hezaran tîmên taybet û polîsên taybet ve hat dorpêçkirin. Bi mehan şerê bi tang, top û balafiran li ser bajarê kurdan berdewam kir. Bi hezaran leşker, polîs û welatiyan di vî şerî de jiyana xwe ji dest dan. Piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmeha 2016’an Erdogan got “Ev ji bo me litûf e û OHAL îlan kir. Piştî îlana OHAL’ê zagonên KHK’ê derxist. Bi zagonên KHK’ê re Parlamenter, rojnameger, siyasetmedar, karmend karsaz û hemû beşên civakê hatin binçavkirin û hatin girtin. Bi hezaran siyasetmedên kurd hatin girtin.

Hemû sazî û dezgehên çapemeniya muxalif hatin girtin. Piştî agahiyên ku li dijî Îmraliyê êrîş pêk hatiye belav bûn, komek ji 50 endam û rêveberên saziyên kurdan li Amedê dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kirin. Di roja 7'emîn 11’ê Îlonê de Biraye Ocalan Mehmet Ocalan bi destûra Wezîrê Karên Dadê çû Ocalan ziyaret kir. Lê ji wê demê heta niha dîsa malbat nikarin biçin Îmraliyê û nikarin Ocalan ziyaret bikin. Hemû ziyaret, hevdîtin û têkiliya bi Ocalan re hatiye qutkirin. Nûnerê Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) yê Stenbolê Umit Efe, diyar kir ku eav pêkanîn "Tecrîda taybet a aydî kesê leşkerî ye” û wiha got: “Di vir de tê dîtin ku hikûmet çiqas wate û girîngiyê nadin aştî, demokrasî û diyalogê. Divê hikûmet dest ji vê polîtîkaya şer berde û dîsa hemû aktorên aştî û çareseriyê tev li diyalog û pêvajoya çareseriyê bike. Tecrîda li ser Abdullah Ocalan ne hiqûqî û zagonî ye. Siyasî ye. Divê bi lezgîn dest ji vê tecrîdê berdin. Tecrid dê encame talûke bi xwe re bîne. Ev pêvajoya heyî tirkiye 10 salan paşve dibe. Divê terîda li ser Ocalan bi dawî bibe û dîsa heyetên aştiye yên sivîl têkevin nava tevgerê.”

'JI BO KUŞTIN RAWESTE DIVE TECRÎD RADE’

Aktivîsta Tevgera Jina Azad (TJA) Îlkay Yenigul jî bal kişand ser peyama Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a Newroza Amedê ya 2013’an û wiha got: “Piştî Ocalan pêngava çareseriya demokratik da destpêkirin li hemû Tirkiye aştî û hevî pêş ket. Lê piştî pêvajoya çareseriyê hat rakirin, Tirkiye dîsa vegeriya gola xwinê. Gelek bajarên me tên bombekirin. Sîlopya, Cizîr, Şirnex, Hezex, Nisêbîn, Gever û gelek bajarên Kurdistanê dem û dûz bûn. Ji bo kuştin bi dawî bibe divê dîsa diyalog û dest pê bike û tecrîd bi dawî bibe. Ji bo teqîn çênebin, zarok, jin kal û pir neyên kuştin, bajar neyen xerakirin û Tirkiye dîsa demokrat bibe divê tecrîd bi dawi bibe û pêvajoya diyalog û muzakere dest pê bike.”

'OCALAN NÎŞAN DA KU EM NE BÊÇARE NE'

Hevberdevka HDK Gulistan Kiliç Koçyîgît jî diyar kir ku Ocalan îspat kir ku dema çareserî hebe pêdivî bi rijandina xwînê tune û îspat kir ku em dikarin di nava çareserî û diyalogê de bijîn.

Koçyigit, wiha got: "Tecrîda li ser Brêz Ocalan ne tenê fîzîki ye. Hem fîzîkî, hem ramanî û hem jî tecrîda li ser aştiya civaka Tirkiye ye.Birêz Ocalan nîşan da ku em dikarin bi hevre û şert û mercên aştiyê de bijîn. Nîşan da ku em ne bê çare ne. Nişan da ku em dikarin beyî rijandina xwînê di nava çareseriya demokratîk de bijîn.Niha li ser aştiya Tirkiye tecrîd heye. Em mirovên li Tirkiye ji vî şerê heyî ne razî ne. Em dixwazin di nava aştî û civakek azad û aram de bijîn. Ji bo aştî û civaka azad şertê sereke rakirina tecrîda li ser Birêz Ocalan e.”