STENBOL - Di 20'ê Kanûna 2011'an de li dijî çapemiya kurd bi navê "KCK" operasyon pêk hatibû û 46 rojnameger hatibûn binçavkirin û jê 36 rojnameger hatibûn girtin. Di ser dozê re 5 sal derbas bûn wekî hemû dozên KCK'ê hêj ev doz jî bi encam nebûye. Li gel dozger û dadgerên dozê ji doza Fethullah Gulen hatin girtin jî hêj doza rojnamegeran berdewam dike.
Di serdema hikûmeta AK Partiyê de gelek siyasetmedar, rojnameger, hiqûqnas û akademîsyenên kurd di bin navê "Operasyona KCK'ê" de hatin girtin. Di sala 2009'an de li dijî siyasetmedar, bijarte, çapemenî û parêzerên kurdan operasyon hat destpêkirin û heta 2012'an berhdewam kir. Di çarçoveya operasyona di 20'ê kanûna 2011’an de li dijî çapemeniya kurd ku di navde Ajansa Nûçeyan a Dicle (DİHA), Ozgur Gundem, Azadiya Welat, Xebatktarên Belavkariya Firatê jî di navde 46 rojnameger bi navê "Komîteya Çapemeniya KCK'ê " hatin binçavkirin. Piştî rojnameger hatin binçavkirin rojnameyên nêzî Cemaeta Fethullah Gulen ên wekî Star, Zaman, Sabah û Samanyolu agahiyên di dosyayê de berovajî kirin û bi sernavê "Teror Press" belav kirin. Disa çapemeniya kurd reş kirin û agahî şolî kirin. Her çend dozger biryara veşartina dozyayê da jî hemû agahiyên nava dosyayê di çapemeniya wan de hat belavkirin. Hêj doz bi encam nebû û îdîaname nehat amadekirin çapemeniyê hemû agahî berovajî kir û belav kir.
Di operasyonaı li dijî çapemeniya kurd de 46 rojnameger hatin binçakirin û 10 jê li dadgehê hatin berdan û 36 rojnamegerên kurd jî hatin girtin. 6 meh şûnde îdîanameya ku ji 800 rûpelîpêk dihat hat amadekirin. Dozger bi îdîaya 'Endamên rêxistinê" û 'Propaganda rêxistinê" doz vekir. Hemû axaftinên telefonan û nivîsên li ser înternetê yên der barê nûçe û rojnaemgeriyê de wekî delîl hatin hesibandin. Piştî pêvajoya çarseriya demokratîk hat destpêkirin rojnameger hatin berdan. Dosya doza rojnamegeran piştî Dadgeha Bi Rayeya Taybet hat girtin, doz şandin Dadgeha Qanûna Bingehîn. 3'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê piştî Dadgehên bi rayeya taybet hat girtin, bi daxwaza ji nûve darizandinê doza çapemeniyê ku şandibûn Dadgeha Qanûna Bingehîn di 6'ê Mijdara 2014'an de biryar da ku ew bişopîne. Piştî vê yekê li 3'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ji nûve darizandinê dest pê kir. Bi îlana OHAL'ê re zagonên KHK'ê hatin derxistin û di çarçoveya KHK'ê de pasaportên 46 rojnamegerên ku ji doza KCK'ê dihatin darizandin hatin desteserkirin. Doz ji nûve şandin AYM’ê û heta niha tu encam nehatiye girtin.
DOZGER Û DADGERÊN DOZ VEKIRIN HATIN GIRTIN
Ji sala 2011’an heta niha 5 sal di ser doz û darizandinê re derbas bûn, lê hêj darizandin bi encam nebûye. Hemû dozger û dadgerên der barê rojnamegeran de biryara binçavkirin û girtinê dan, piştî îlana OHAL'ê tev ji doza Fethullah Gulen hatin binçavkirin û girtin.
Dozgerê dozê Îsmail Işık û endamê 15'emîn Dadgeha Cezayên Giran Alparslan Uz, Kazim Kahyaoglu ku doz dimeşandin ji peyvirê hatin girtin.
Dozgerê dozê Bilal Bayraktar ji doza Gulen cemaetê der barê wî de biryara binçavkirinê hat dayîn. Dadgerê dozê Alî Alçik jî ji doza Gulen hat girtin û şandin Girtigeha Sîlîvriyê.
ROJNAMEGER, ŞAHID Û BERSÛCÊ DOZÊ
Rojnameger Çagdaş Kaplan ku bersûc, meşdûr û şahidê dozê ye piştî 13 mehan girtî ma serbest hat berdan. Çagdaş Kaplan, diyar kir ku hemû nûçe û niqaşên li ser nûçeyan wekî delîl hatin nîşandan û wiha got: "Îktîdarê li dijî çareseriya pirsgirêka kurd polîtîkayên neçareseriyê xist meriyetê û wiha got: "Polîs, dozger û dadgerên Cemaeta Gulen bi taybetî hatin peyvirdarkirin û wekî makîneya sûc xebitîn. Wê demê jî me diyar kir ku ev ne darizandin e. Me got konsepta serdemekê ye. Lê piştî şirîkatiya AKP'ê û Cemaetê xelas bû dozger û dadger wekî çete hatin îlankirin û hatin girtin. lê doza me jî li holê ma. Dozger û dadgerên ku bû sedena girtina 10 hezar siyasedmedar, rojnameger û hiqûqnasan hatin girtin. Îro ew dozger û dadger ji endamtiya "terdorê tên darizandin û ketin zindanê. Lê doza ku siyasetmedar rojnaemger û hiqûqnasen kurd tên darizandin hêj wisa li holê maye. Divê doza der barê me de hatiye vekirin betal bibe. Ji ber ku yên em wekî "teror" bi nav dikirin ew bi xwe ji doza terorê hatin girtin. darizandina me nîşan dide ku wê demê daraz ne serbixwe bû."