MÊRSÎN - Duh qeyûm tayinî Şaredariya Akdenîzê kirin. Îro jî piştî tayînkirina qeyûmê polîsan derdorê avahiya şaredariyê girt û ketin û derketinê kontol dikin. Ketin û derketin di bin kontrola polîsan de pêk tê.
Duh qeyûm tayînî Şaredariya Akdenîza Mêrsînê ku di destê DBP'ê de bû kirin. Piştî qeyûm hat tayînkirin polîsan avahî xist bin ablukayê. Piştî Qeymeqamê Akdenîzê Hamdi Bilge Aktaş wekî qeyûm hat tayînkirin polîsan ketin û derketina avahiyê kirin bin kontrolê. Ketin û derketina avahiyê di bin kontrola polîsan de pêk tê. Welatî û xebatkarên diçin şaredariyê piştî di lêgerînê re derbas dibin dikarin têkevin avahiyê.