UŞAK - Di saetên şevê de komek nasnameya wan nehat zanîn bi çekan êrîşî avahiya ODP'ê ya Uşake kirin.
Piştî di 17'ê Kanûnê de li Qeyseriyê li dijî otobusa leşkeran êrîş pêk hat, avahiyên HDP, ODP, EMEP, DÎSK'ê bûn hedefa êrîşên koman. Bi dehan avahiyên HDP'ê yên Stenbol, Enqere, Îzmir, Manîsa, Edene, Mêrsîn, Eskîşehîr, Kirşehîr, Konya û gelek bajarên din rastî êrîşa komên bi dar û çek hatin. Şevê din komek nasnameya wan nediyar li Uşakê jî bi çekan êrîşî avahiya Partiya Piştevanî û Azadiyê (ODP) ya Uşakê kirin. Komê di êrîşê de camên avahiyê hatin şikandin.
Endamê Lijneya Rêveber a Tevgera Hezîranê ya Yekbûyî ya Îzmirê Onur Kiliç, di hesabê xwe yê Twitterê de parve kir û agahî da ku avahiya ODP'ê rastî êrîşa bi çek hatiye.