ENQERE - Wezîrê Karên Hundir bîlançoya binçavkrina hefteyekî aşkere kir. Wezaretê diyar kir ku li 45 bajaran 924 hatin binçavkirin. Ji 924 kesên hatin binçavkirin piraniya wan endam û rêveberên HDP û DBP’ê ne.
Wezareta Karên Hundir bîlançoya operasyonên binçavkirina hefteyekî aşkere kir. Wezaretê di bîlançoyê de diyar kir ku bi navê “PKK/KCK” di hefteya dawî de 213 operasyon pêk hatine. Wezaretê anî ziman ku di van operasyonan de li 45 bajaran bi îdîaya “endamê rêxwistinê" û alîkarî daye rêxistinê 924 kes hatin binçavkirin. Wezaretê di berdewama daxuyaniyê de diyar kir ku 7 endamên rêxistinê jî hatine kuştin. Ji 924 kesên hatine binçavkirin ku wezaretê bîlanço da, piraniya wan endam û rêveberên HDP û DBP’ê ne. Bi taybetî piştî bûyera li Beşiktaşê li dijî endam û rêveberêh HDP û DBP'ê operasyon pêk hatibû û bi sedan kes hatibûn binçavkirin. Herî zêde li Rihayê operasyon berfireh pêk hatibû. Di operasyona binçavkirinê ya li Rihayê de zêdeyî 200 kesan hatibûn binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin hêj di bin çavan de ne. Pişti êrîşa li Qeyseriyê jî avahiyên HDP'ê bûn hedfa êrişan. Di êrîşa li dijî avahiyên HDP'ê de gelek avahî dan ber agir û gelek avahiyên HDP'ê jî hatin wêrankirin û alên MHP û alên Tirkiye lêhatin daliqandin.