AKSARAY - Rûniştina doza biryarê ya polîsê bersûc Ahmet Şahbaz ê bi kuştina Ethem Sarisuluk tê darizandin hat dîtîn. Heyeta dadgehê der barê polîsê bersûc Ahmet Şahbaz de biryara 10 hezar û 100 TL cezayê pereyan da.
Rûniştina biryarê ya doza polîsê bersuc Ahmet Şahbaz ê ji kuştina Ethem Sarisuluk dihat darizandin li Dadgeha Cezayên Giran a Aksarayê hat dîtin. Heyeta dadgehê der barê polîsê bersûc Ahmet Şahbaz de salek, 4 meh û 20 roj cezayê girtîgehê da. Heyetê cezayê girtîgehê vegerand cezayê pereyan. Heyeta dadgehê li şûna cezayê girtîgehê 10 hezar û 100 TL cezayê pereyan da polîs Şahbaz. Dayika Ethem Sarisuluk Sayfi Sarısuluk biryara dadgehê îtîraz kir û diyar kir. Dema Sarisuluk biryar îtîraz kir polîsek jin a karmend got "Dê tor bê te jî" û gef li dayiak Etleh Sarisuluk Sayfî Sarisuluk xwar. Piştî biryarê li salona dadgehê rageşî derket.