Qeyûm tayînê Şaredariya Geverê kirin

COLEMÊRG - Li navçeya Geverê piştî hevşaredar Adile Kozay hat girtin Qaymaqam Mahmut Kaşikçi wekî qeyûm tayînî şaredariyêkirin.

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê piştî Hevşaredar Adile Kozay hat girtin, Qaymaqamê Geverê Mahmut Kaşikçi wekî qeyûm tayînî Şaredariyê kirin. Di 3’ê Kanûnê de li hember xebatkarên şaredariyê operasyona binçavkirinê pêk hatibû. Ji wê demê heta niha şaredarî di bin dorpêça polîsan de bû.