AMED - Enkaza balefira şer a F-16 ku li Amedê ketibû xistin du roj berê bê agahî û bêdeng rakirin. Lê rayedaran têkildarî xistinê de tu daxuyanî nedan.
Di 12'ê kanûnê de balafira şer a F-16 dema daket 8'emîn Binkeya Jetan a 2'yemîn Fermandariya Hêzên Hewayî ya Amedê, li ser gundê Yeşîlderê ya Amedê ketibû xistin. Balafira dema ketibû xwarê perçe perçe bûbû. Enkaza balafirê 5 rojan li nava zeviyan belavbûyî hat hiştin. Piştî rayedarên leşkerî li cihê bûyerê lêkolîn kirin perçeyên engaza balafirê rakirin û rakirin. Piştî lêkolîn bi dawî bû, 2 roj berê leşker û polîsan perçeyên balafirê kom kirin û bêdeng û bê agahî birin. Nehat zanîn ku perçe birin ku. Hefteyek derbas bû lê heta niha rayedarên Hêzên Artêşa Tirk (TSK) û rayedarên hikûmetê têkildarî ketina balafirê daxuyaniyek fermî nedane. Welatiyên gund ku bûbûn şahid jî diyar kiribûn ku wan dît berê dengê çekan û teqînê hat û piştî perçe ji jêr çûn li balafirê ketin, balafir ket xwar. Rayedaran di destpêkê de got arîzeya teknîkî ye û ew lêkolîn dikin û piştre der barê xistinê de tu agahî nedan. Welatiyên bûn şahidê xistinê jî diyar kirin ku balafir hatiye xistin. Agahiyên cuda yên welatiyên şahidê bûyerê û rayedarên himetê pirs di hiş û aqilan de çêkir.