AMED - Rojnameya Hurriyetê xwest bi nûçeya bê kok a “Ji Kobaniya Xayin (Hain Kobani’den)" diyar kir ku êrîşkarê Qeyseriyê ferman ji E.G. (Ekrem Guney) ê bi kad novê Azad Siser yê ji Çoltara Lîcê girtiye. Rojnameya Huriyetê di 4'ê Gulanê de jî ji bo Guney ê di 2'ê Gulanê de di êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest dabû sernavê “PKK'iyê ku ji bo kuştina wî 4 milyon TL hat dayîn hat kuştin".
Di 17'ê Kanûnê de li dijî otobusa leşkeran a Yekîneyên Fermandariya Tugaya Komando yê Qeyseriyê êrîş pêk hatibû. Di êrîşêde 14 leşkeran jiyana xwe ji dest dabûn û 55 leşker jî birîndar bûbûn. Têkildarî êrîşê Rojnameya Hurriyetê di manşeta xwe ya îro de bi sernavê "Ji Kobaniya Xayîn (Hain Kobani’den) " weşand. Rojnameya Hurriyetê, di nûçeya bi îmzeya nûçegîhan Fevzi Kizilkoyun wekî manşet hat serwiskirin de diyar kir ku çalakvan ji Kobanê derbasî Pirsûsê bûye û bi riyên dijzagonî derbasî Tirkiye bûye. Rojnameyê di nûçeyê de destnîşan kir ku êrîşkar ji navçeya Lîcê ya Amedê maşîneya bi bombe bar kiriye û biriye Qeyseriyê. Li gorî nûçeya Hurriyetê Maşîneya bazirganî ya kazeya wê girtî û rengê wê spî, 2 roj beriya êrîşê ji Rihayê hat dizîn. Di nûçeyê de hat îdîakirin ku maşîne ji Rihayê birine çoltara Lîcê ya Amedê û ji wir jî bombe bar kirine û bi fermana E.G. (Ekrem Guney bê bi kod navê Azad Sisar û S.Ç. ê bi kodê Hoca ferman daye wî.
Lê heman rojnameyê berê nûçeya ku E.G. kuştin weşandibû. Rojnameya Huriyetê berê di 4'ê Gulanê de jî ji bo Guney ê di 2'ê Gulanê de di êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest dabû sernavê “PKK'iyê ku ji bo kuştina wî 4 milyon TL hat dayîn hat kuştin" weşandibû.
Nûçegîhanê heman rojnameyê ji bo heman kesê bi mehan berê di êrişa hewayî de jiyana xwe ji dest da wekî ku fermana çalakiya Qeyseriyê da nîşan da.