Mujgan Ekîn 57 rojin winda ye

STENBOL - Şaxa YAKAY-DER'e têkildarî windabûna Mujgan Ekin a 57 rojin agahî jê nayê girtin daxuyanî da û xwest aqûbeta wê jî nebe wekî ya windayên din.

Komeleya Piştevanî û Şêwirmendiya Malbatên Xizmên xwe Windakirine (YAKAY-DER) û Tevgera Jina Azad (TJA), têkildarî windakirina Mujgan Ekîn a di 24'ê Cotmehê de li Enqereyê ji aliyê kesên xwe wekî polîs dan nasîn ve hat binçavkirin û piştre agahî jê nehat girtin, li Şaxa YAKAY-DER'ê civîna çapemeniyê pêk anî. Endam û rêveberên YAKAY-DER û TJA'yê li salona komeleyê pankarta "Di serî de Mujgan Ekin jî di navde bila hemû Windayên Tirkiye bên dîtin" vekirin. Hevseroka YAKAY-DER'ê Cemile Çelik, daxuyanî da û xwest dîsa pêvajoya windayan dubare nebe. Çelîk êr9îşên li dijî avahiyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî şermezar kir û xwest hesab ji êrîşkaran bê pirsîn. Çelik, herî dawî xwest di serî de jinên girtî hemû girtiyên siyasî serbest bên berdan.

'MUJGAN EKÎN 57 ROJIN WINDA YE'

Li ser navê komê berdevka TJA'yê Seyrî Îpek daxuyanî xwend û anî ziman ku Mujgan Ekin 57 rojin winda ye û wiha got: "Li gorî tarîfeya bav Esat Ekin, ajokarê texsiya ku herî dawî lê suyar bûbû Sedat Çiftçi diyar kiriye ku maşîna Ford Focus ew şopandiye û piştre maşîna Fiat Doblo rê li pêş wan biriye û kesên sivîl ên qerta polisan nişan daye rêwî wekî bombeya zindî binçavkirine. Em naxwazin aqûbeta Mujgan Ekin jî wekî aqûbeta windayên din dubare bibe. Em dixwazin rayedarên dewletê demek berî demekê Ekîn bibînin ronîbikin.