Ugur ê Walî got 'terorîst e' Xwendekarê Zanîngeha Şirnexê derket

ŞIRNEX - Xebatkarê Şaredariya Şirnexê ku polîsan ew kuşt û walî jî wekî "endamê terorê ye" bi nav kir, derket holêku hem xebatkarê şaredariyê ye û hem jî xwendekarê Zanîngeha Şirnexê ye.

Xebatkarê Şaredariya Şirnexê Şexmûs Ugur ê saet di 18.30'an ên 17'ê Kanûnê de dema ji şaredariyê diçû malê li taxa Aydinlıkevlerê ji aliyê maşîneya zirxî ya polîsan ve hat rawestandin û bêyi hişyar bike li ser wî gule reşandin kuştin. Polîsan piştî Ugur kuştin çek danîn ser cenazeyê wî û çûn. Walîtiya Şirnexê jî daxuyanî da û diyar kir ku endamê rêxistinê hat kuştin. Walitiyê di daxuyaniyê de diyar kir ku kesê endamê rêxistinê ye di şer de hat kuştin û li ser wî bombeyek hat dîtin. Lê derket holê ku kesê di 17'ê kanûnê de hat kuştin xebatkarê Şaredariya Şirnexê û Xwendekarê Zanîngeha Şirnexê Şêxmus Ugur e. Ugur ku 2 roj berê hat kuştin cenazeyê wî ji bo otopsiyê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Malbatê duh piştî otopsiyê cenaze ji morga nexweşxaneyê girtin û birin li goristana taxa Dicle defin kirin. Cenazeyê Ugur li kêleka gora bavê wî Yûsûf Ugur yê ku rêveberê BDP ya hat girtin û 4 sala berê di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest dabû hat definkirin.

Şahîdên buyerê diyar kirin ku Ugur piştî berfa ser xaniyê xwe paqij kir birayê xwe bir mala bapîra xwe û dema vegeriya malê polîsan rêya wî birî û li ser wî gule reşandine û li wir înfaz kirine.

DAYIK: KURÊ MIN XWENDEKARÊ ZANÎNGEHÊ YE

Piştî Ugur hat kuştin polisan dayika Şêxmûs Ugur binçav kirin û birin li Midûriyeta Polîsan îfadeya wê girtin. Dayika Ugur di îfadeya li midûriyeta polisan de diyar kir ku kurê wê ne endamê rêxistinê ye û kurê wê hem xebatkarê şaredariyê û hem jî xwendekarê Fakulteya Zanyariyên Zanistiyên Îdarî û Îktîsadi yê Zanîhgeha Şirnexê ye.