NAVENDA NÛÇEYAN - Yekineyên TEM'ê li Manîsa, Colemêrg û Şirnexê bi ser gelek malan de girtin û di operasyonê de gelek endam û rêveberên HDP'ê hatin binçavkirin.
COLEMÊRG
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê kesekî bertek nîşanî meşa “berteka li dijî terorê” ya zêdehî polîs, cerdevan û leşker beşdar bibûn û duh pek hatibû piştî meşê hat binçavkirin. Welatiyê daxuyani da û diyar kir ku ketiye nava “hewldana seqîlandina gel”.
ŞIRNEX
Li Şirnexê di serdegirtina malan de endamê Meclîsa Bajar a Şirnexê Abdurrahman Kiliç, kurê Kiliç Bîlgîn Kiliç, pismamê wî Nadîr Kiliç, Mehmet Çakar jî di navde 25 kes hatin binçavkirin. Kesên hat binçavkirin birin Miduretiya polîsan a Şirnexê. Walîtiyê jî bi daxuyaniyek nivîskî got di operasyonên 17-18'ê kanûnê de 25 kes hatin binçavkirin û di lêgerînê de 25 keleşnikof hatine desteserkirin.
Li Manîsayê jî yekîneyên TEM'ê û tîmên tevgera taybet bi ser gelek malên endam û rêveberên HDPê de girtin. Di operasyonan de hevserokên Rêxistinên HDP'ê yên navçeyên Şehzadeler, Alaşehir, Akhisar, Golmarmara û Sarigolê yên Manîsayê jî di navde 8 kes hatin binçavkirin. 8 kesên bi îdîaya "Endamê rêxistinê ye" hatin binçavkirin, birin midûriyeta polîsan.