WAN - Cerdevan T.G. bi salan li dijî 3 xwişkên astengdar êrîşa zayendî pêk anî, lê ji aliyê keya û cerdevanan ve bi salan hat bincilkirin û veşartin. Şêniyên taxê diyar kirin ku cerdevanê bi navê T.G. li mizgeftê vaaz didan ev yek ji aliyê keya ve dihat zanîn.
Li Wanê cerdevanê ku li şûna mele li mizgefta taxê weaz dan 5 salan îstîsmara zayendî li dijî 3 zarokên astengdar û zarok pêk anî. Cerdevan T.G. bi salan li mizgefta taxê weaz dan û li şûna mela hin caran li pêş civakê nimêj kir. Welatiyên taxê diyar kirin ku piraniya şêniyên taxê cerdevan in û ev yek hem ji aliyê keyayê taxê û hem jî ji aliyê gelek cerdevanên taxê ve dihat zanîn. Welatiyan, anîn ziman ku malbatên zarokên ku rastî êrîşa îstîsmara zayendî hatin xizan in. Şahidan, xwestin ji bo hemû aliyê îstîsmarê ronî bibe her kes alîkariyê bide wan. Şêniyê taxê ku ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe bide anî ziman ku cerdevanê 47 salî T.G. dem dem li mizgeftê weaz dida û dema melayê mizgeftê tune bûya jî li şûna mela nimêj dikir. Şahid, diyar kir li gel keya û gelek kesan zanîbû dengê xwe nekir û piştî wan ev yek bihîst xwestin ev yek bê ronîkirin û wiha got: "Piştgiriya T.G. bi zora me diçe. Em naxwazin di eniya wan de cih bigirin.
BI SALAN BINCIL KIRIN
Şahid anî ziman ku ji sedî 90’ê taxê hem cerdevan û hem jî xizmên hev in û wiha got: "Gelek şêniyên taxê ji vê îstîsmarê agahdar in. Bi salan in îstîsmara zayendî heye. Ji sedî 90’ê gund xizmên hev û cerdevan ın. bi salan ev yek veşartin û bincil kirin. Cerdevanê gund berê li ser gund çûk bifiriya agahî dida. Lê niha ji bo ser bûyerê veşêre her tiştî dike. Kurê keya jî di Ajansa Anadolu de dixebite. Çima ev yek nekir nûçe?
Şahid, bang li welatiyan kir û xwest li dijî vê îstîsmarê bêdeng nemînin û tev bigerin.