ÎZMÎR - 7'emîn rûniştina doza Ekrem Kaçeroglu yê di bûyerên Kobanê de li Îzmirê hat kuştin li 8'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Îzmirê hat dîtin. Dîsa bersûc beşdarî rûniştinê nebûn.
7'emîn rûniştina doza Ekrem Kaçeroglu yê di bûyerên Kobanê ku di 6-8'ê Cotmeha 2014'an de li Bornova ya Îzmirê hat kuştin, li 8'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Îzmîrê hat dîtin. Di vê rûniştinê de jî bersûv beşdarî rûniştina dozê nebûn. Di vê rûniştinê de 4 bersûc beşdarî dozê nebûn. Parêzerên bersûcan, parêzer û malbata Kaceroglu li salonê amade bûn. Parêzera Koçeroglu Nezahat Paşa, diyar kir ku kar û lêkolîna tê xwestin nehatiye kirin û dîmenên têkildarîe bûyerê hêj nehatiye temaşekirin. Paşa, da zanîn ku ji ber nikarin dîmen û dosyayê vekin lêkolîn nekirine û xwest dem bê dayîn. Heyetê piştî navberê ji bo dîmen bên temaşekirin û lêkolîn bê kirin dem da rûniştina dozê taloqî 1'ê Adara 2017'an kir.