Hevşaredarên girtî yên Peyas û Yenîşehîrê sewqî Wanê kirin

AMED - Hevşaredarê girtî yê Peyasê Mehmet Ali Aydin û Hevşaredarê Girtî yê Yenişehira Amedê Mehmet Selim Kurbanoglu ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê sewqî Girtîgeha Wanê kirin.

Hevşaredarên Peyasa Amedê Mehmet Ali Aydin û Hevşaredarê Yenişehira Amedê Mehmet Selim Kurbanoglu di operasyona 6'ê Kanûnê de hatibun binçavkirin û hatibûn girtin. Piştî qeyûm tayînî şaredariyan hatin kirin. Hat zanîn ku Hevşaredar Aydin û Kurbanoglu ên li Girtîeha Tîpa D a Wanê sewqî girtîgeha Wanê kirin.