Koçyîgît: Her kes pirsa çima mirov tên kuştin? qîr bike

STENBOL - Hevberdevka HDK'ê Gulistan Koçyîgît, têkildarî êrîşên li dijî avahiyên HDP'ê diyar kir ku berpirsiyarê esasî û pêwiste îstîfa bike hikûmet e. Koçyîgît, xwest her kes êdî ji bo mirov neyên kuştin biqîrîn û wiha got: "Bila her kes bi dengî berz bêjin çima mirov tên kuştin? û biqîrin.

Piştî êrîşa li Stenbol li dijî polîsan pêk hat li dijî endam û reveberên HDP'ê operasyon pêk hatin û bi sedan kes hatin binçavkirin. Piştî li Qeyseriyê li dijî leşkeran êrîş pêk hat jî êrîşên li dijî avahiyên HDP'ê zêde bûn. Bi dehan avahiyên HDP'ê rastî êrîşên komên cuda hatin. Camên avahiyên HDP'ê hatin şikandin. Alav û amûrên avahiyên HDP'ê tev wêran kirin û rûxandin. Hin avahiyên HDP'ê jî hatin şewitandin. Kongreya Demokratîk a Gelan, têkildarî êrîşên li dijî avahiyên HDP'ê li avahiya HDP'ê ya Stenbolê civîna çapemeniyê pêk anî. Hevberdevka HDK'ê Gulistan Koçyigit, endam û rêveberên HDP'ê yên Stenbol û navendê û gelek welatî amade bûn. Di civîne de Hevberdevka HDK'ê Koçyigit, sersaxî ji malbatên kesên di êrîşan de jiyana xwe ji dest dane xwest û wiha got: "Hemû kesên muxalifê hikûmetê ye dibin hedefa êrîşan û dengê wan tê xwestin bê qutkirin. Li dijî HDP’ê êrîş û hewldana lîncê heye. Wekî berpirsiyarê êrîşan HDP be êrîşî HDP'ê dikin.

AVAHIYÊN HDP'Ê WÊRAN KIRIN

Koçyîgît, da zanîn ku di êrîşên lîncê yên li dijî HDP’ê de 5 avahiyên bajaran û 14 avahiyên navçeyan tev hatin wêrankirin û wiha got: Li Stenbolê 40 û bi giştî 626 endam û rêveberên HDP'ê yên bajar û navçeyan hatin binçavkirin. Hikûmet dixwaze kerba hemû êrişan ji serê HDP'ê derxe. Çawa dibe ku 626 endam û rêveberên HDP’ê bên binçavkirin? Piştî êrîşa li dijî polîsan a Beşiktaşê zêdeyî 500 endam û rêveberên HDP’ê hatin binçavkirin. Parlamenterên HDP’ê hatin girtin. Girtin, binçavkirin li pêşiya teqîn û êrîşên bombeyî nabe asteng. Di navbera salên 2013-2015'an de cenaze nehatin. Di vê pêvajoya çareseriyê de xwîn nerijiya. Çima polîsên ciwan dixin tabûtan. Çima leşkerên ciwan dixin tabûtan. Hemû zarokên malblatên xizan in.

BILA HER KES BIQÎRE

Koçyigit herî dawî xwest ku li dijî êrîşên li hemberî endam û rêveberan her kes biqîre û pirsa "Çima mirov tên kuştin? bipirsin.