AMED - Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), bi daxuyaniyekê binçavkirina hevşaredarên Dêrsimê û Sêrtê şermezar kir û ji hemû saziyên demokratîk xwest têkoşîna xwe xurttir bikin.
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), têkildarî operasyona li dijî hevşaredarên Dersim û Sêrtê daxuyanî da. KCD'ê di daxuyaniyê de anî ziman ku pêvajoyeke ku çewisandin û faşîzm hatıye asteke bilind re derbas dibin û wiha got: "Planên çewisandin, tunekirin, çongdanîn her roj bi binçavkirin, girtin û komkujiyan didome. Polîtîkaya qirkirinê ya ku beriya 7'ê hezîranê û piştî wê bi tunehesibandina vîna gel berdewam kir her roj bi awayekî vekirî didome."
KCD'ê di berdewama daxuyaniyê de wiha got: "Li Tirkiyeyê û bi taybetî li Kurdistanê tifaqa faşîst a AKP, MHP û CHP'ê bi awayekî sazîbûnî berdewam dike. Her serê sibê em bi rûyekê wê yên din radibin. Li Kurdistan û Tirkiyeyê aliyên li hemberî vê faşîzmê têdikoşin, hewl didin rêbazên binçavkirin, girtin, tunehesibandin, qeyûm, destreserkirinê rewa bikin."
'KÎ BÊDENG BIMÎNE DÊ DOR BÊ WAN JÎ'
KCD, da zanîn ku polîtîkayên çongdanîn û qirkirinê bi hemû hêza xwe didome û herî dawî li Dêrsim û Sêrtê derket holê. KCD, bilêv kir ku li Dêrsim û Sêrtê bi ser mala siyasetmedaran, hevşaredaran, endamên meclîsa şaredariyan, rêveberên saziyan de girtin û wiha dawî li daxuyaniyê anî: "Em ev serdagirtin û binçavkirinên li Dêrsimê û Sêrtê qebûl nakin û têkoşîna xwe ya demokratîk a li hemberî van êrîşan mezintir bikin. Li hemberî hemû êrîşan em bang li hemû sazî û dezgehên navneteweyî, gelê xwe, rêxistinên saziyên sivîl, jinan, ciwanan dikin ku têkoşînê xurtir bikin. Her ku li hemberî van êrîşan bêdeng bimînin wê dor were wan jî."