Sefîrê Rusya li Enqereyê hat kuştin

ENQERE - Li Kolana Navenda Çagdaş Sanatlar a Enqereyê, di vekirina peşêngeha wêneyan de Sefîrê Rusya yê Enqereyê Andrey Karlov ji aliyê polîsê hêzên çevîk ve hat kuştin.

Li li Kolana Navenda Çagdaş Sanatlar a Enqereyê, di vekirina peşêngeha wêneyan de Sefîrê Sefaretxaneya Rusya yê Enqereyê Andrey Karlov rastî erîşa çekdarî hat. Karlov ku bi girani birindar bû li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Hat diyarkirin ku êrîşkar nasnameya polîsan nîşan daye û derbasî salona pêşengehe bûye. Rojnamegerên li herêmê diyar kirin ku li gel Karlov 3 kesên din ji birîndar bûne. Piştî bûyerê Wezire Karên Hundir Suleyman Soylu jî hat Kolana Çagdaş Sanatlar a Enqereyê û li cihe buyerê lêkolîn dike. Karlov piştî bi giranî birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Taybet a Guven a Enqereyê, tê îdîakirin ku Karlov jiyana xwe ji dest daye. Lê hêj agahiyek fermî ji rayedarên nexweşxaneyê nehatiye dayîn.

ÊRÎŞKAR POLÎS E

Hat zanîn ku êrîşkar polis e û ji pişt ve Sefîr gulebaran kir û silogên "Heleb ne bi tenê ye" "Allahû Akber" berz kiriye. Piştî êrîşkar sefîr kuşt silogan berz kirin û demekê li salonê pevçûn derket. Piştî pevçûn xelas bû, Sefîrê Rusya pişti demekê li erdê ma û şûnde ew rakirin nexweşxaneyê. Hat diyar kirin ku heta Karlov birin nexweşxaneyê jî jiyana xwe ji dest nedabû û li Nexweşxaenyê li gel hemû mudaxaleyan Karlov jiyana xwe ji dest da. Hat diyarkirin ku êrîşkar polîs Mewlut Mert Altintaş ê girêdayî Midûriyeta Polîsên Hêzên Çevîk e û ji aliyê polîsên taybet ve hatiye bêtesirkirin. Têkildarî weşanê qedeweya weşanê hat îlankirin.

NÛNERA KAREN DERVE YA RÛSYA DAXUYANÎ DA

Nûnera Karên Derve yê Rûsya Mariya Zaharova, têkildarî êrîşa li dijî Sefîrê Rusyayê diyar kir ku wezaret dê di demek kin de daxuyaniyê bide. Zaharova, diyar kir ku dê têkildarî êrîşê daxuyaniya berfireh bidin. Werarete xwest tenê daxuyaniyên fermî esas bigirin. Berdevkê Çapemeniyê yê Kremlinê Dimitri Peskov, diyar kir Serokê Dewletê Vladimir Putin der barê kuştina Karlov agahdar kiriye. Peskov, diyar kir ku wan Serokdewlet Putin agahdar kiriye. Peskov, ani ziman ku Pûtîn plan dike ku ji Wezareta Karên derve û yekîneyên îstixbaratê rapor bistîne.

SEKRETERÊ GIŞTÎ YÊ NY'ê ŞERMEZAR KIR

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric, têkildari kuştina Sefîrê Rusyayê Andrey Karlov daxuyanî da û êrîş şermezar kir. Dujarric, civîna çapemeniyê pêk anî û sûîkast şermezar kir. Dujarric, diyar kir ku bi tu awayî aliye rewa yê vê êrîşê nabe. Dujarric, anî ziman ku ew hêvî dike ku faîl bên ronîkirin û derxin pêşberî darazê.