ENQERE - Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu, diyar kir ku polise êrişê pêk anîye Mewlud Mert Altintaş polîsê di Midûriyeta Hêzên Çevik de 2 sal û nîve polîs e. Soylu, diyar kir ku li dijî têkiliyên Tirkiye û Rusya pêk hatiye. Dema rojnamegeran xwest pirsan bipirse, Soylu got "Tu pirsan nepirsin"
Wezîrê Karên Hundir Suleylan Soylu, tekildarî sûîkasta li dijî Sefîrê Rûsya yê Enqereyê Andrey Karlov li ber Nexweşxaneya Taybet a Guven daxuyani da. Soylu, diyar kir ku ev suîkat û çalakiya terorê li dijî têkiliyên Rusya û Tirkiye hatiye kirin. Bi taybetî di serdema ku têkiliyên Rusya û Tirkiye herî baş pêş ketiye ev êrîş pêk hatiye. Soylu, anî ziman ku ev êrîş provakasyon e. û wiha got: "Ev sûîaksa li dijiî têkiliyên Tirkiye û Rûsya ye û provakasyon e." Dema rojnamegeran xwest pirsan bipirsin, Soylu, got "Pirst tune pirs tune û xwest rojnameger pirsan nepirsin û destûr neda pirsan.
ERDOGAN LI PÛTÎN GERİYA Û AGAHÎ DA
Serokomarê Tirkiyeyê Tayyip Erdogan li Serokdewletê Rusyayê Vlademîr Pûtîn geriya û der barê suikasta li dijî Sefîrê Rûsyayê Andrey Karlov de agahî da. Berdevkê Serokomar Îbrahim Kalin tekîldarî hevdîtina Erdogan a bi Pûtîn re agahî da û got: "Serokomarê me bi telefonê li Serokdewletê Rûsyayê Putin geriya ye têkildarî êrîşê agahi da.
SEROKWEZÎR BİNALÎ YILDIRIM DAXUYANINA NIVÎSKÎ DA
Serokwezîr Binali Yildirim ji têkildarî sûîkaste daxuyaniya nivîskî da û diyar kir ku ev bûyera bi armanca xerakirina têkiliyên Rusya û Tirkiye pêk hatiye. Yildirim, da zanin ku ew destûr nadin têkiliya Rûsya û Tirkiye xera bibe.