MARAŞ - Yek ji wan kesên ku nikaribû canên xwe yê di komkujiya Mereşê de hat qetilkirin bi bîr bîne Hevserokê HDP'a Pazarcixê Salman Okmen e. Okmen, diyar kir ku eşkere ye ku komkujî karê kê ye û wiha got: "Ji komkujiya Mereşê mebest ew bû ku, bûyer li rojhilat û başûrê rojhilatê bên belavkirin. Di komkujiyê de kiryar hatin beralîkirin, xapandin û ew mudaxil kirin."
Li Mereşê, di 19'ê kanûna 1978'an de li dijî welatiyên elewî komkujiyeke ku hîn jî wek duh di bîra mirovan de ye pêk hat. Di êrîşên ku hefteyekê domiyan de, zêdeyî 150 welatiyên elewî hatin qetilkirin, bi sedan mal û kargeh hatin talankirin û bû sedema koçkirina bi sed hezaran welatiyên elewî. Mereşiyan di 38'emîn slavegera komkujiyê de anî ziman ku, niha jî li dijî elewiyên heyî bi awayekî sîstematîk polîtîkayên koçkirin û tepisandinê didomin. Welatiyan di sala 38'emîn de, kampa penaberan a ku li herêma Terolarê li nav 8 hezar elewiyên kurd hat avakirin, wek mînak nîşan dan û difikirin ku, herêm bi taybetî hatiye tercîhkirin û bi anîna komên selefî diwazxin wan bi komkujiyê re rû bi rû bihêlin.
Hevserokê HDP'a Pazarcixê Salman Okmen got, li bajêr bîranîna kesên hatine qetilkirin jî tê astengkirin û diyar kir ku, elewiyên li herêma Mereş-Pazarcixê dijîn, bi tu awyaî nîkatiyeke wan î dijminatiyî li hemberî kesî tune ye, bi taybetî Mereş hatiye hilbijartin û dixwazin bi vî awayî li herêmê pevçûneke elewî-sunniyan bidin der.
‘KIRYARÊN KOMKUJIYÊ NIZANIBÛN'
Okmen anî ziman ku, ji bo ew mirovên di Komkujiya Mereşê de jiyan xwe ji dest bînin, di dest wan de bi gulan çûne bajêr, lê li gel vê jî rastî zorbetî û astengiyan hatine û wiha axivî: "Ev mirov ji bo xesarekê bidin hin kesan naçin. Ji aliyê her kesî ve eşkere tê zanîn bê komkujî karê kê ye. Ji komkujiya Mereşê mebest ew bû ku, bûyer li rojhilat û başûrê rojhilatê bên belavkirin. Dema mirov li seyra bûyeran dinihêre, dibîne ku komkujî berê hatiye plankirin, kiryar hatine beralîkirin, xapandin û ew mudaxil kirine. Li Mereşê, elewî jî, sunnî jî bi hev re dijîn. Gelê Mereşê bi sunniyên xwe û bi elewiyên xwe jî, nizanin kesên wê demê di komkujiyê de cih girtine ji bo çi êrîş kirine."
‘BERPIRSIYARÊ KOMKUJIYÊ DEWLET E'
Ji welatiyên elewî Huseyîn Sati yê 34 salî jî anî ziman ku, ew wek elewiyekî diêşe ku nikare kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr bîne. Sati dest nîşan kir ku, beriya komkujiyê li bajêr gelek nasnameyên etnîk bi awayekî xwişk-bira bi hev re dijiyan û anî ziman ku, bi wê komkujiya ku ji aliyê dewleta kûr û hêzên tarî li dijî kurdên elewî pêk hat re, ew pêwenda biratî û bihevrebûnê hatiye xencerkirin û wiha got: "Divê li herêmê elewî û sunnî ji bo ronîkirina bûyerê û darizandina kiryaran bi hev re tevbigerin. Berpirsiyar dewlet e û ser komkujiyê dinixumîne."
BERNAMEYA BÎRANÎNÊ
Wê di 24'ê kanûnê saet di 12.00'an de li Mala Cemê ya li Taxa Yorukselîmê ya Mereşê merasîma bîranînê bê lidarxistin. Di êvara heman rojê de jî, wê li Mala Cemê ya Terolarê cem bê girêdan.