BALIKESÎR - Nivîskarê rojnameya Ozgur Gundemê ya hat girtin Şaban Îba hate binçavkirin.
Li navçeya Edremît a Balikesîrê cendirmeyan bi ser mala nivîskarê rojnameya Ozgu Gundemê ya hate girtin Şaban û hunermend Nîhat Sonmez de girtin. Di dema serdegirtinê de Îba li mala xwe bû lê hate hînbûn ku Sonmez ne li malê bû.
Îba yê ku ji aliyê cendirmeyan ve bi îdiaya "endamê rêxistinê ye" hate binçavkirin birin Fermandariya Cendirmeyan a Edremîtê.