Amediyan got: Rêya aştî û çareseriyê Girava Îmraliyê ye

AMED - Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 17 sal in bi tena serê xwe di hucreya yek kesî de tê girtin. Welatiyên Amedê li dijî tecrîda li ser Ocalan nerazîbûn nîşan dan û diyar kirin ku şer û mirin tenê bi hevdîtin û azadkirina Ocalan dikare dawî li şer kuştinê bîne. Welatiyan destnîşan kir ku çareserî aşitî, demokrasî û diyaloga bi Îmraliyê re ye.

Di ser Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan radestî Tirkiyeyê hatibû kirin de 17 sal derbas bûn. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di hemû hevdîtinên xwe de peyam şandin û xwest pirsgirêka kurd bi riya aşitî, diyalog û siyaseta demokratîk çareser bibe. Ocalan di Newroza 2013’an de peyamek şand û pêvajoyeke çareseriya demokratîk û aştiyê da destpêkirin. Ocalan, bi rêya heyeta Îmraliyê di 28’ê Sibata 2015’an de 10 xalên çareseriya demokratîk li Dolmabahçeyê li gel rayedarên hikûmetê bi raya giştî re da parvekirin. Piştî demek kin ango di 5’ê Nîsana 2015’an de rê li pêşiya heyetê hat girtin û bi Ocalan re hevdîtin nehatin kirin û ji wê rojê heta niha li ser Ocalan, tecrîda di 17 salan de tecrîda herî giran tê meşandin. Bi tecrîdkirinê jî, ji 11 îlonê heta niha dîsa agahî ji Ocalan nayên girtin. Li aliyekî li ser Ocalan her ku diçe tecrîd dijwartir dibe û li aliyekî jî li Tirkiyeyê û bajarên heremê şer jî kûrtir dibe. Gelê kurd û dostên wan jî didin xuyakirin ku bidawîkirina şer û çareseriya vî şerê kûr, bi hevdîtinên bi Ocalan re wê pêk bê.

Welatiyên Amedê li dijî tecrîda giran a li ser Ocalan û pêkneanîna hevdîtinan, nerazîbûn nîşan dan û diyar kirin ku, ev şer ancax bi hevdîtin û azadiya Ocalan bi dawî bibe û riya Girava Îmraliyê wek deriyê çareserî û aştiyê dan nîşandan.

‘EM NAXWAZIN TU KES BIMIRE’

Welatiyê bi navê Feyzullah Mafrak (56) li Dolmabahçeyê 10 xalên çareseriya demokratîk ku bi raya giştî re hatin parvekirin bi bîr xist û got, ew pêvajoya çareseriyê ji aliyê Erdogan ve hat qedandin. Mafrak da zanîn ku, piştî gotinên Erdogan şer dest pê kir û wiha got: “Şer û mirin ji bo gelan ne baş e, zirarê bi xwe re tîne. Erdogan jî, vî şerî dibîne. Bila hevdîtinê bi Birêz Ocalan re pêk bînin. Dema rêya diyalogê vebibe, wê ev şer jî bi dawî bibe. Dema şer hebe teqîn û mirin jî wê çêbibin. Bila gelê tirk jî rabe ser piyan û bêjin em şer naxwazin.”

‘RÊYA AŞITÎ DI ÎMRALIYÊ DE DERBAS DIBE’

Mafrak anî ziman ku, niha li gelek deveran şewitandin û êrîşên li dijî avahiyên HDP’ê jî bi xetmandina hevdîtinên bi Îmraliyê re girêda û wiha axivî: “Gelê tirk çiqas êrîş li ser kurdan pêk bîne ewqas hêrsa kurdan zêde bibe. Em tu agahî ji serokê xwe nagirin. Dema em jê agahî negirin, wê ev êrîş jî wisa pêk bên û wê rewşeke şerê navxweyî derbikeve. Em bang li dewleta tirk dikin ku bi riyên çareseriyê tevbigere. Divê teqez bi Ocalan re hevdîtin pêk bên û bingeha aşitiyê bê avakirin. Heke ku dewlet dibêje 'ez aştiyê dixwazim û dixwazim pirsgirêkan çareser bikim' bila riya Îmraliyê vebike. Rêya aştî û çareseriyê di Îmraliyê de derbas dibe.”

‘PÊWÎSTE RIYA DIYALOGÊ VEBİBE’

Hemwelatiyê bi navê Ferît Yildiz ê 56 salî jî balê kişand ser rewşa ku niha Tirkiyeyê tê de derbas dibe û wiha axivî: “Berpirsiyarên şerê li welat hikûmeta Tirkiyeyê ye. Ên ku aşiqî qoltixan e ew şer dixwazin û derdixin. Dewlet li kêfa xwe dinêre, lê şer û kuştin ne xema wan e. Nîşandana rewşa aborî ya Tirkiyeyê jî bi pêvajoya şer ve girêdayiye. Dewlet li ser gelên Kurdistanê polîtîkayên qirkirinê pêk tîne û hebûna gelê kurd naxwaze. Pêwîste riya diyalogê vebibe û hevdîtin dest pê bikin.”

‘BILA ZAROKÊN ME NEMIRIN’

Welatiyê bi navê Servet Ozturk (43) jî diyar kir ku, pêkhatina aştiyê bi azadkirina Ocalan pêkan e û wiha got: “Niha her roj zarokên gel dimirin, haya kî jê heye. Dewlet mala gel xera dike. Heta aştî pêk neyê, wê pirsgirêkên li vî welatî çareser nebin. Heta aşitî û çareserî pêk neyê wê şer jî dewam bike. Em şer naxwazin û bila êdî zarokên me nemirin.”

‘JI BO KES NEMIRE RÊ BIRÊZ OCALAN E’

Nîzamettîn Katirci yê temen dirêj jî dest nîşan kir ku, daxwaza wan î sereke ew e ku, aştî û aramî pêk were û wiha got: “Di pêvajoya aştî û çareseriyê de hindik be jî di nav gelê kurd û hemû gelên Tirkiyeyê de aramî hebû, em gelek kêfxweş bûn. Lê piştî pêvajo bi dawî bû û şer dest pê kir, xemgîniya me berê dîsa hat. Rewşa niha ber bi nebaşiyê ve diçe û rewş xerab e. Ji bo gerîla, leşker û polîs û welatî nemirin tenê riyek heye, ew jî Brêz Ocalan e.”