ENQERE - ETÛC a li Parîsê Civîna Komîteya Îcrayê li dar xist, ji bo rakirina KHK'ê bang li hikûmeta Tirkiyeyê kir û diyar kir ku dê di meha çileyê de heyetekê bişîne Tirkiyeyê û alîkariya darayî ya kedkarên cemaweriyê ku hatine mexdûrkirin bikin.
Konfederasyona Sendîkayên Ewropayê (ETÛC) a ji sedan konfederasyonên welatên endam û namzetên Yekîtiya Ewropayê (YE) endamê wê ne, di navbera 14-15'ê kanûna 2016'an de Civîna Komîteya Îcrayê li dar xist. Ji Tirkiyeyê tenê Hevseroka Konfederasyona Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Şaziye Kose beşdarî civînê bû. Di civînê de, têkildarî binpêkirinên mafan ên li Tirkiyeyê bi OHAL'ê re xwe dan der maddeyên taybet hatin vekirin û danezanek hat amadekirin.
AVÊTINA JI KAR, GIRTIN, ÎŞKENCE...
Di danezanê de, şik û gumanên piştî hewldana derbeya 15'ê Tîrmehê yên hikûmeta Tirkiyeyê bi piranî bêyî delîl karker û kedkarên cemaweriyê bi awayekî girseyî ji kar derxistin hatin nîşandan û wiha hat gotin: "Di dawiya meha mijdarê de, di serî de peywirdarên cemaweriyê, mamoste û akademîsyen, rojnameger, polîs, leşker û li wezaretên tenduristî-dadê-karên hundurîn, ji rêveberiyên herêmî û cîhana karî zêdeyî 120 hezar sivîl ji kar hatine derxistin û hatine dûrxistin. Ji vana nêzî 35 hezar jê hatine binçavkirin û girtin. Rêxistina Efûyê ya Navnetewî, rapor kir ku îşkence hatiye kirin. Yên ji kar hatine avêtin (texrîben 75 hezar) û malbatên wan, tu pere ji hikûmetê wernegirtine. Zêdeyî 170 saziyên weşanê, zêdeyî hezar STK, konfederasyonên sendîkayan, weqf û kargehên taybet hatine girtin."
Di danezanê de hat destnîşankirin ku, di nav konfederasyonên li Tirkiyeyê yên endamê ETÛC'ê (Turk-Îş, Hak-Îş û DÎSK) ne, herî zêde endamên KESK'ê ji kar hatine dûrxistin.
‘BILA KHK BÊN RAKIRIN'
Di danezanê de hat destnîşankirin ku, KHK'yê piştî OHAL'ê hatin desrxistin divê li gor peymanên ILO û şertên YE'yê dubare di ber çav re bên derbaskirin û hişyariya pêkanîna van maddeyan hat kirin:
* Divê KHK li gor peymanên ILO û şertên YE'yê demildest di ber çavan re bên derbaskirin.
* Ji bo hemû konfederasyonên endamê me ne û zêdeyî 120 kesên ji kar hatine derxistin an jî hatine dûrxistin, darizandineke adil, objektîf û şefaf pêk bê û dawî li derxistina ji kar, lêpirsîn, darizandin û girtinên kêfî bê.
* Ji bo rakirina Biryarnameyên OHAL'ê; dubare vegera li mafên karîneya masûmiyetê, berpirisiyariya cezaî, şexsîbûna cezayê û parastina wekheviyî pêk bê.
* hemû sendîkavan û yên din ên ji ber mafên xwe yî azadiya îfadeyê hatine girtin, divê demildest bên berdan; hemû kesên girtî divê ji van mafan sûdê werbigirin.
* Divê standardên xebatê yên serekê yên ILO'yê, bi taybetî jî têkildarî mafên sednîkal ên peymanên wek 89 û 97'an bên nasîn û divêtiyên wan bi cih bên.
ETÛC, di danezanê de welat û saziyên YE'yê jî hişyar kir ku, da di warê binpêkirina maf, huqûq, demokrasî û edaletê de, peymanên tewr girtinê nîşan bidin û diyar kir ku, heke bivê wek çareya dawî bila muzakereyên Tirkiyeyê yên têkildarî endamtiya YE'yê bên rawestandin.
WÊ HEYETEK BÊ ŞANDIN Û TOREKE SENDÎKAL BÊ AVAKIRIN
Di danezanê de ji bo şopandinê geşedanên li Tirkiyeyê hat diyarkirin ku wê heyetek bê şandin û toreke sendîkal bê avakirin û wiha hat gotin:
* Wê ji bo şandina Enqereyê amadekariyên heyeteke nû bên kirin (Wê div ê heyetê de konfederasyonên netewî û Konfederasyonên Sendîkayên Ewropayê cih bigirin). Hat plankirin ku wê heyet di navbera 12-13 çileyê de bê şandin.
* Ji bo şopandina geşedana rewşê, konfederasyonên netewî û yên Ewropayê jî di nav de, wê toreke sendîkal bê avakirin.
Her wiha di danezanê de hat diyarkirin ku, wê piştevanî û alîkariya darayî ya kedkarên cemaweriyê yên hatine mexdûrkirin jî bê kirin.
‘EM Ê SERÎ LI DMME'YÊ BIDIN'
Hevseroka KESK'ê Şaziye Kose ya di civînê de cih girt, biryar û hişyariyên ETÛC'ê ji dîhaberê re nirxand. Kose balê kişand ser girîngiya danezanê û wiha got: "ETÛC saziya me yî herî mezin e. Heke li Tirkiyeyê rewşa heyî, rejîma OHAL û KHK'yan bidome, pêşniyara pêkanîna mueyîdeyan heye. Ev rastî tu îtirazan jî nehatin. Bereksê vê, ji bo piştevaniya konfederasyona têdikoşe, bang li sendîkayan hat kirin. Daxwaza me ew e ku, di vê mijarê de gaveke hevpar bê avêtin."
Kose wiha domand: "Me huqûqa hundurîn qedand. Me serî li Şûraya Dewletê da, paş vegeriya. Me serî li Dadgeha Îdarî da got, 'tu rayeya min tune.' Piştî me pêvajoya huqûqa navxweyî qedand, em ê serî li DMME'yê bidin. Ji bo pêvajoya DMME'yê me daxwaza piştevanî û alîkariyê kir. Ew ê jî fonekê ji me re çêbikin. Wê huqûqnasan bişînin. Ev ji bo kedkarên cemaweriyê yên hatine îxrackirin, gavên girîng in."
Selman Gozelyuz - dîhaber