STENBOL- Girtiya Girtîgeha Hêjmar 9 a Sîlîvriyê Mesûde Pehlîvan ku bi nexweşîna pençeşêrê ketiye nayê dermankirin û tedawiya wê tê astengkirin. Yildiz Pehlîvan a tevî Mesûdeyê girtî mabû û serbest hat berdan wiha got: "Heke tedawiya Mesûdeyê pêk neyê, dibe ku bimire."
Di 19'ê kanûna 2000'î de bi operasyona bi navê "Vegera Jiyanê" li gelek girtîgehên Tirkiyeyê operasyon pêk hatibûn. Yek ji van girtîgehan jî Girtîgeha Bayrampaşayê bû. Mesûde Pehlîvan a wê demê li Girtîgeha Bayrampaşayê dihat ragirtin, ji ber avêtina gazên kîmyewî nexweşîna pençeşêrê lê peyda bû. Pehlîvan a ku nêzî 2 salan li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Samatyayê dihat tedawîkirin, 3 meh berê ji Girtîgeha Bakirkoyê ya Jinan sewqî Girtîgeha Jimare 9'an a Sîlîvriyeyê hat kirin. Piştî hat Sîlîvriyeyê, ji aliyê Muduriyeta Girtîgehê ve bi hincetên "wesayît tune", "personel kêm in", "sewq zêde ne" tedawiya wê nîvçe ma. Li gor ragihandinên malbat û hevalên Pehlîvanê; her diçe nexweşîna wê bi pêş ve diçe û hatiye asta mirinê. Dîsa ji bo hêza muqawemetiya wê zêde bibe, divê bi awayekî tenduristiyane bê xwedîkirin, lê derket holê ku, xwarinên li girtîgehê tên dayîn Pehlîvanê têr nake.
'DIBE KU MESÛDEYÊ BIMIRE'
Yildiz Keskîn a 3 mehan li Girtîgeha Sîlîvriyeyê girtî ma û serbest hat berdan, di dema xwe yî ragirtinê de li cem Pehlîvanê bûye. Keskîn a hucreya wê cîranê ya Pehlîvanê bûye vegot, ew bûye şahid ku mafên tedawîkirina wê ji aliyê Muduriyeta Girtîgehê ve bi awayekî kêfî hatiye astengkirin. Keskîn got, dema ew girtî bû tim rastî îşkenceyê dihatin û wiha axivî: "Mesûd nexweşa pençeşêrê ye û ji roja ku çûye Sîlîvriyeyê heta niha, tedawiya wê nîvçe maye. Heke tedawiya wê pêk neyê dibe ku bimire. Divê demildest tedawiya wê bê kirin. Keskîn anî ziman ku, Pehlîvan "tedawiya taybet" didît û divê derziyên wê rojane û bêyî bi derengî bikevin bên lêxistin.
'TEDAWIYA WÊ BI AWAYEKÎ KÊFÎ TÊ ASTENGKIRIN'
Keskîn diyar kir ku, derziyên li Pehlîvanê tên xistin cureya wan ew e ku divê di navbera her yekê de 30 deqîqe hebe û dema derzî bên lêxistin divê qet nelebite û got rayedarên girtîgehê wiha gotine: "Heke bi tena serê xwe derdikeve hevdîtinê, ewçax bi tena serê xwe dikare were revîrê jî, heke dixwaze derziyan li xwe xwe ne li hucreyê, bila were revîrê." Keskîn gotinên Wezîrê Dadê Bekîr Bozdagî ên "Li girtîgehên Tirkiyeyê ne muameleyeke kirêt û ne jî îşkence heye. Yên bereksê vê dibêjin, heke îdiayên xwe îspat nekin mufterî ne" bi bîr xist û wiha got: "Li Girtîgeha Jimare 9'an a Sîlîvriyeyê îşkence li min hat kirin. Niha jî li Mesûdeyê tê kirin." Keskîn got, tedawiya Pehlîvanê nîvçe maye, divê demildest tedawiya wê bê kirin û wiha axivî: "Tedawiya Mesûdeyê bi awayekî kêfî tê astengkirin."
'19'Ê KANÛNÊ DIDOME'
Endamê Komeleya Piştevaniya Bi Malbatên, Xizmên Girtî û Hikumxwaran Re (TAYAD) Fahrettîn Keskîn jî got, qetlîama girtîgehan a 19'ê kanûnê niha jî didome. Keskîn bi bîr xist ku, her çiqas berê randevuya wan bi Wezareta Dadê re hebûye jî, ji aliyê polîsan ve hatine astengkirin û xwest, pêkanînên tên jiyîn demildest dawî li wan bê û Pehlîvan serbest bê berdan.
Li gel vê, ji bo Pehlîvanê serbest bê berdan li ser Change.org'ê kampanyaya îmzayê hat destpêkirin.