ÊLIH - Yek ji bajarên herî zêde OHAL tesîra xwe nîşan dide Êlih e. Li gorî daneyên ÎHD'ê bêkanînên mafên mirovan duqat pêkanînên 12'ê darbeya Îlonê derbas kiriye. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê Mehmet Bagatir, diyar kir ku heta hişmendiya vê dewletê neyê guhertin dê îhlal û bêhiqûqî dubare bibe"
Li Tirkiye pişti hewldana darbeya leşkerî ya 15'ê Tîrmehê hikûmetê di 20'ê Tîrmehê de OHAL îlan kir û piştî wê jî biryarên KHK'ê xistin meriyetê. Her çend OHAL li tevahiya Tirkiye hat îlankirin û Serokomar Erdogan got dê welatiyên sivîl nekevin bin bandora OHAL'ê jî, li bajarên herêmê herî zêde welatî dikevin bin bandora OHAL'ê. Di serdema OHAL'ê de herî zêde li Êlihê welatî ji bo ku rastî binpêkirina mafan didin serî li ÎHD'ê dan. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê Prz. Mehmet Bagatir, diyar kir ku di serdema OHAL'ê de zêde mirov ji kar tên dûrxistin, tên binçavkirin û di bin çavan de rastî îşkenceyê tên. Prz. Bagatir, an3i ziman ku di vê pêvajoyê te tenê 946 kedkarên perwerdehiyê yên Egîtîm Sen'ê ji kar hatin dûrxistin û 3 mehan mafên wan ê kar ji destê wan hat girtin. Prz. Bagatir, anî ziman ku mafê darazê yê welatiyan ji destê wan hatiye girtin û 6 mehin nikarin xwe bigînin mafê darazê û dadgehê.
Bagatir, anî ziman ku 6 mehin nagêjin dozger û dadgeran û wiha got: "Ji ber 4 hezar endamên darazê ji peyvirê hatin girtin, dadgeh xetimîne. Hemû dozên hene tev niha rawestiyane. Encama wan çi ye de çi bibe ne diyar e. Amirê Mulki yê Bajar ji bo 3 mehan çalakiyên demokratîk li bajar qedexe kiriye. Heta niha 2 çalakî hatin lidarxistin mudaxaleyî her du çalakiyan kirin û qedexe kirin. Di vê pêvajoyê de 16 komele, 3 rojname û 2 tv hatin girtin. Di vê pêvajoyê de 40 kesên ku endamên ÎHD'ê bû ji peyvirê hatin girtin. Dayikek Şemiyê ji ber axaftina xwe rastî 10 meh cezayê girtîgehê hat. Mafê parastinê bi awayekî keyfî tê astengkirin. Çalakiyên Şemiyê ku 25 salin tên lidarxistin li Êlihê hatin qedexekirin. Pêkanînên pişti darbeya 15'ê Tîrmehe derketin holê ji binpekirina mafan ên serdema darbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê duqat girantir in."
'10 KESAN ÎNTÎHAR KIR'
Bagatir, da zanîn ku ji ber zextên OHAL'e û qedexeyên li ser bajar li Êlihê 10 kesan întîhar kiriye û wiha berdewam kir û wiha got: "Sedema van intîharan bêzarî, stres û nebawerî ye. Di vê pêvajoyê de 92 kesan serî li ÎHD'ê da û diyar kirin ku mafên wan hatiye binpêkirin. Ji tîrmehê heta niha 92 kesan serî li ÎHD'ê daye. 35 kesan ji ber di bin çavan re rastî îşkenceyê hatine serî li ÎHD'ê dan. 12 caran li herêmên Êlihê "Herêmên Taybet ên Ewlehiyê" hatin îlankirin û ketin û derketin hatin qedexekirin. Hezar û 600 kes ji peyvirê hatin dûrxistin. 359 kes hatin binçavkirin û jê 226 kes hatin girtin."