NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo kare otopsî yê Sefîrê Rûsyayê yê li Enqereyê Andrey Karlov ku şevê din di êrişa polîsê hêzên çevîk de hat kuştin, heyetek hat avakirin û ji Rûsyayê diçe Tirkiyeyê.
Piştî şevê din Sefîrê Rûsya yê li Enqereyê Andrey Karlov di sûîkasta polîsê hêzên çevîk de hat kuştin, Rûsya ji bo tev li karê otopsiyê bibe heyetek ava kir û şand Tirkiye. Heyet dê saet di 11.00'an de li Enqereyê be. Çavkaniya ku agahî da RİA Novostî yê diyar kir ku Yekîneya Lêkolînê ya Rus bi seferek taybet dê biçe Enqereyê. Çavkaniyê diyar kir ku di n ava heyetê de bijîşk, derûnînas jî cih digirin. Sefaretxaneyê jî daxuyanî da û diyar kir ku dê deftera sersaxiyê veke. Li bendê ye ji ber kuştina Sefîrê Rûs Andrey Karlov Rûsên li Enqereyê dijîn ji bo sersaxiyê ji Rûsya bixwazin bên sefaretxaneyê.