Qedexeyên 3 navçeyên Amedê rabûn

AMED - Walîtiya Amedê bi hinceta operasyona leşkerî li 14 gundên Farqînê û 7 gundên di navbera Lîcê, Dara Hênê û Karazê de qedexeya derkatina kolanan îlan kiribû. Walîtiyê diyar kir ku qedexeyên derketina kolanan bi dawî bûye.

Walîtiya Amedê di 18'ê Kanûnê de li 21 gundên girêdayî Lîcê, Dara Hênê, Farqîn û Karazê qedexeya derketina Kolanan îlan kiribû. Walîtiyê daxuyanî da û diyar kir ku Qedexeya Derketina Kolanan a 14 gundên Farqînê û 7 gundên di navbera Lîcê, Dara Hênê û Karazê de bi dawî bûne. Walîtiyê anî ziman ku pişti saet 09.00'an û şûnde qedexe rabûne.