STENBOL - Endamê ÎHD'ê Osman Ozkan ê ku têkîldarê binpêkirinên mafan ên di dema OHAL'ê de axivî diyar kir ku di nav bera 21'ê Tîrmehê û 21'ê Cotmehê de 513 karkeran jiyana xwe ji dest dan.
Komîsyona Jîngeha Kedê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê têkîldarî binpêkirinên mafan ên di dema rêveberiya awarte (OHAL) de li avahiya komeleyê civîna çapemeniyê li dar xist. Endamê Komîsşona Jîngeha Kedê ya ÎHD'ê Osman Ozkan duxuyaniya çapemeniyê xwend û diyar kir ku bi OHAL'ê re pêkûtiyên li ser karkeran zêdetir bû, îxtidarê karker mehkûmî birçîbûnê kir. Ozkan da zanîn ku birê jî bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê de (KHK) kovar, temevîzyon û ajans hatin girtin, herî dawî jî komele hatine girtin, kesên ku di van komeleyan de dixebitin bêtal mane.
Ozkan anî ziman ku parlamenterên ku bi îradeya gel hatine hilbijartin, xebatkarên cemaweriyê, hevşaredar, akademîsyenên zanîngehan tên binçavkirin û girtin û wiha axivî: "Mirov bi fikara ji kar durxistin û îxraçkirinê dijîn. Ev dijî mafên mirovan e û nayê qebûlkirin."
513 KARKERAN JIYANA XWE JI DEST DAN
Ozkan destnîşan kir ku bi OHAL'ê re jikar avêtinê re gelek karker jî di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane û wiha berdewam kir: "Li gorî qadên kar bêhtir di qadên înşeat, çandinî, daristan û barkêşiyê de cînayetên kar pêk tên. Sedema mirinan jî bêhtir qezayên trafîkê, ketin, eciqandin, krîza dil e. Em wekî parazvanên mafên mirovan dixwazin OHAL a ku bi milyonan kes mexdûr kiriye, mexdûrbûnên ku ji ber OHAL'ê derketine holê bên derbaskirin, karkerên ku ji kar hatine avêtin vegerin li ser karên xwe, cînayetên kar bên rawestandin, li gorî madeyên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê nêzîkatî bê kirin. Em ê mijarê bişopînin."
Ozkan got ku di dema OHAL'ê de qanûnê têkildarî tenduristiya karkeran û ewlehiya kar hatine talopkirin, mirinên karkeran berdewam dike. Ozkan da zanîn ku di navbera 21'ê Tîrmehê û 21'ê Cotmehê de 513 karkeran jiyana xwe ji dest dane.
KARKERÊN JI KAR HATINE AVÊTIN
Ozkan têkîldarî karkerên ku ji kar hatine avêtin jî ev agahî da: "Karkerên ku li riyên hewayî yê Pegasusê de dixebitin ji ber ku endamên sendîkaya Hava-Îş'ê ne ji kar hatin avêtin. Li 2'yemîn Herêma Sanayî ya Duzceyê de li kargena şûşeyan 150 karkeran 20 karker ji ber ku endamên Sendîkaya Krîstal-Îş'ê ji kar hatin avêtin. Beytarê li Stargeha Kuçikan a Kayseriyê dixebite ji ber ku li dijî kuştina sewalan derketiye bi 14 karkeran re ji kar hatiye avêtin."