SÊRT - Hevşaredarê Hawêlê Ali Aydin piştî hat binçavkirin û girtin, qeyûm tayînî şaredariya Hawêlê hat kirin.
Polîsan di 16'ê kanûnê de bi ser avahiyên Şaredariyên Hawêl û Weysel Qeranî û malên hevşaredaran de girtibûn. Polisan di serdegirtina malên hevşaredaran de Hevşaredarên Hawêlê Selva Erdogan û Ali Aydin binçavkirin. Lêpirsîna Hevşaredar Selva Erdogan hêj li midûriyeta polîsan didobe. Hevşaredar Aydin jî hat girtin. Piştî Aydin hat girtin, Qeymeqamiyê teblîgat ji Şaredariya Hawêlê re şand û diyar kir ku Qeymeqam Mehmet Kocabey wekî qeyûm tayînî Şaredariya Hawêlê hatiye kirin.
Hevşaredarên DBP'î yên Weyselqaranî Enes Cengiz hêj li Midûriyeta Polîsan a Hawêlê tê rawestandin. Der barê Hevşaredar Ayten Sezgin de jî biryara binçavkirinê heye.