Bira Sarisuluk: Êdî Ahmet Şahbaz leheng nîşan dan

ENQERE - Birayê Ethem Sarisuluk Îkar Sarisuluk ê ji aliyê polîs Ahmet Şahbaz ve hat kuştin, bertek nîşanî 10 hezar 100 TL cezayên pereyan da û diyar kir ku êdî Ahmet Şahbaz leleng nîşan dan û dê perê wî bilintir bikin. Sarisuluk diyar kir ku dê dozê bibin DMME'ê.

Polîsê kujer ê ji doza kuştina Ethem Sarisuluk dihat darizandin duh rastî 10 hezar û 100 TL cezayê pereyan hat. Birayê Ethem Sarisuluk Îkrar Sarisuluk bertek nîşanî cezayê 10 hezar tl da û anî ziman ku kujerê birayê wî hatiye xelatkirin. Bira Sarisuluk, diyar kir ku ew bûne komkujiyên 19'ê Kanûnê yên li Girtîgehan, Komkujiyên Gazî, Mereş û wiha got: Em encama hemû dozan dizanin. Kesên ku bi destê dewletê qetil dikin nayên cezakirin. Em carek din bûn şehîdê vê yekê. Me bawer dikir ku hindik be jî dê bê cezakirin. Lê dîsa kujer nehat cezakirin. Birayê min li pêş çavê milyonan kesan hat kuştin. Doza li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê li ser zexta civakê neçar man cezayekî formalîte bidin. Dadgeh li ser daxwaza Serokomar Recep Tayyip Erdogan, ceza didin. Me carek din dît ku êdî Ahmet Şahbaz wekî leheng û qehreman îlan kirin. Dê perê wî bilind bikin. Em dê dozê bibim Dadgeha Mafên mirovan a Ewropa.