AMED - Koma Meclîsa Şaredariya Yenîşehîrê bi civîna çapemeniyê diyar kir ku ew bi qeyumê re naxebitin û dê li avahiya DBP’ê ya Yenîşehîrê xizmeta gel bikin.
Piştî bi riya qeyumê Şaredariya Yenîşehîrê ya Amedê hat desteserkirin, Meclîsa Şaredariyê li avahiya DBP’ê ya Yenîşehîrê civîna çapemeniyê pêk anî. Di civînê de endamên Meclîsa Yenîşehîrê amade bûn. Endamên Meclîsa DBP’ê bi daxuyaniya xwe diyar kir ku ew bi qeyumê re naxebitin û dê li avahiya DBP’ê ji bo çareserkirina pirskirikên gel xebatên xwe bidin meşandin. Li ser navê Koma Meclîsê Ulku Baytar daxuyanî da û anî ziman ku li Tirkiyê derbaya 12’ê Îlonê pêk tê û beriya her tiştê vîna gel tê.
Baytar diyar kir ku bi riya qeyumê desteserkirina şaredariyan li dijî peymanên Tirkiye îmze kiriye û wiha berdewam kir: “Em wekî meclîsa şaredariyê ji vê rojê şûnda dê li avahiya DBP’ê xizmeta civakê û gel bikin. Ji bo azadiya parlementeran û hevşaredaran ku bi vîna gel hatine hilbijartin tebikoşin.”
Piştî daxuyanî koma meclîsê civîna xwe li avahiya DBP’ê pêk anîn.