MÊRDÎN - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demîrtaş, bi riya SEGBÎS'ê beşdarî rûniştina doza der barê wî de hatiye vikirin bû. Demîrtaş, di rûniştina dozê de diyar kir ku polîsê Sefîrê Rûsya Andrey Karlov kuşt di serdema Serokwezîrê demê Ahmet Davutoglu de xistine kar û di serdema wî de bajarên kurdan hatin xerakirin û wêrankirin. Demirtaş, diyar kir ku divê yê bê darizandin Davutoglu ye.
2'emîn rûniştina doza Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê hat dîtin. Demîrtaş ku ji ber axaftina xwe ya 2'e Sibata 2016'an a civîna Koma HDP'ê tê darizandin, bi riya SEGBÎS'ê beşdarî rûniştinê bû. Di rûniştina dozê de Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Erol Dora, parêzerên Demîrtaş û gelek welatî amade bûn. Demîrtaş ku bi riya SEGBÎS'ê ji Girtîgeha Tîpa F Edîrneyê beşdarî dozê bû, diyar kir ku polîsê Sefîrê Rusya yê Enqereyê kuştiye di serdema Ahmet Davutoglu de ketiye kar. Demîrtaş, diyar kir ku mafê wî yê dariandina adîl êdî pir zahmet e û wiha got: "Hêj darizandina me dest pê nekir em wekî kesên sucdar hatin îlankirin. Di qada civakê de li dijî me propaganda kirin. Me diyar kir ku di van şert û mercan de em îfade nadin dozgeran. Em ji darazê natirsin. Em li dijî şiklê darizandina AKP'ê ne.
500 FEZLEKEYÊN HATIN AMADEKIRIN FETO AMADE KIRIN
Demîrtaş, destnîşan kir ku der barê parlamenterên HDP'ê de nêzî 500 fezleke hatine amadekirin û hemû ji aliyê dozgerên FETO ve hatine amadekirin û wiha got: "Ger ku bê bîra we, Kurê Serokomar Erdoğan Bilal Erdogan dema derket pêşberî dozgeriye got kurê min dê neçe îfadeyê nede. Dema Musteşarê MÎT'ê bang li îfadeyê kirin, Hakan Fidan got 'Dê neçe îfade nede. Dema Dadgeha Qanûna Bingehin der barê Can Dundar de biryar da Serokomar Erdogan got 'Ez vê biryarê nas nakim. Hurmetê nîşan nadim' Çawa dime ku dema ew wisa dibêjin ne dijberî darazê ye û dema em dibêjin wekî ku em li dijî darazê derkevin tê dîtin."
‘DIVÊ DAVUTOGLU BÊ DARIZANDIN'
Demîrtaş, bal kişand ser polîsê ku duh Sefîrê Rûsya Andrey Karlov kuşt û wiha berdewam kir: "Min mafê xwe yê rexneya li dijî hikûmetê bikar anîye. Rexneyên siyasî ne. Artêş, polîs, leşker tev gerêdayî rêveberiyê ne. Parlamento venertiya rêveberiyê dike. Di serdema Siyaseta di rêveberiya Ahmet Davutoglu de şaşiyê gelek mezin hatin kirin. Lê wê demê serdema çareseriyê bû. PKK'ê li dijî tirkiye hemû hezên xwe yên çekdar û bê çek tev paşve kişandibûn. Li şuna şer niqaş hebûn. Lê Erdogan ferman da ku li Cizîr, Şirnex, Nisêbîn, Sûrê êrîşa bê sînor û kontrol bikar bîne. Di serokwezîrtiya Davutoglu de hemû personelên polîsan îro ji doza hewldana darbeyê girtî ne. Daxuyaniya ku wê rojê min da hemû li dijî van polîtîkayan rexneyên samîmî bûn. Ji ber vê yekê yê ku pêwiste bê darizandin Serokwezîrê wê demê Davutoglu û hemû ekîba wî ya wê demê ye. Polîsê ku Sefîr kuşt di serdema Davûtoglu de kirin kar. Davutoglu, fermana kuştina balafira Şer a Rus dabû. Dîsa ji bo destnedayîna me bêrakirin anî daxwaz anî meclîsê. Dema amadekariya tayînkirina qeyûman a şaredariyan hat kirin jî dîsa di serdema Davutoglu de bû."
JI XERAKIRINA BAJARAN TENÊ EZ TÊM DARIZANDIN
Demîrtaş, bal kişand ser yekîtiya gelê kurd û tirk a dîrokê û wiha got: "Ya ku pêşeroja me tevan bike yek de lihevkombûna bin serokê partiyek siyasî ye. Ya ku pêşeroja me bike yek mafê demokrasî û mafê mirovan e. Niha bajarekî bi navê Şirnexê ji nexşeyê hatiye paqijkirin. Nisêbîn û Cizîr wêran bûye. Der barê van bajaran de tenêkesek tê darizandin. Ew jî ez im. Li vir yê esil bê darizandin û cezakirin Davutoglu ku xwest ji bo El Nusra û FETO polîtîkayên Neo-Osmaniyê têxe merietê ye."
Demîrtaş, ji heyetê xwest Davutoglu jî bê darizandin. Heyeta dadgehê daxwaza Demîrtaş red kir û rûniştina dozê taloqî 28'ê Adara 2017'an kir.