Banga ‘Seferberiya mîllî’ dê kurdan bê kar bihêlin

NAVENDA NÛÇEYAN - Encamên banga ‘Seferberiya mîllî’ ya Serokomar Tayyîp Erdogan hêdî hêdî zelal dibin. Li gorî nûçeya rojnameya Sabahê, dê di çarçoveya konsepta ewlehiyê de kesên ku ‘têkiliya wan bi PKK’e re hatine tespîtkirin’ 15 hezar kurd ji karên cemaweriyê bên avêtin.

Rojnameya Sabahê ya ku nêzî hikumeta AKP’ê ye nûçeyeke der barê polîtîkaya li dijî kurdan de weşand. Li gorî nûçeyê, piştî hewldana derbeya 15’ê tîrmehê heta niha, li dijî Cemaeta Gulen operasyonên ku hatine destpêkirin, dê bêşên muxalîf jî bên tasfiye kirin Nûçeya bi sernavê ‘Di dewletê de paqijkirina memûrên PKK’î hat weşandin de, balê dikişîne ser banga ‘Seferberiya mîllî’ ya Erdogan û vê wekî konsepteke ewlehiyê ya li dijî ‘terorê’ pênase dike. Di çarçoveya vê konseptê de hemî raye ji bo hêzên dewletê hatiye serbestkirin, tê gotin ku dê di şaredarî û hemû saziyên cemaweriyê de xebateke berfireh bê meşandin. Tê gotin ku dê di vê çarçoveyê de Qanûna Memûrên Dewletê bê gohertin û sererastkirineke hiqûqî bê kirin. Hat gotin dê ev xebat ji hêla Wezareta Edaletê û Wezîrê Karên Derve ve bên kirin.


Hat zanîn ku der barê 40 hezar kesan de lêkolîn hatiye kirin, gelek kes di aliyê teqîba teknîkî de hatine şopandin. Li gorî vê parvekirinên li ser Twîtter û Facebookê esas tên girtin, dê di destpêkê de 15 hezar kes ji kar bên îxrackirin. Tê gotin ku beşa herî zêde dê di şaredariyan de bê kirin.