SÊRT - Hevşaredara Şaredariya Hawêlê Selva Erdogan û Hevşaredarê Şaredariya Wesel Qeraniyê Enes Cengîz bi îdiaya "Alîkariya rêxitinê" hatin girtin.
Çend roj berê polîsan bi awayekî hemwext bi ser mala hevşaredarên navçeyên Hawêl û Weysel Qeraniyê yên Sêrtê de girtibûn. Di serdegirtina malê de, Hevşaredara Şaredariya Hawêlê Selva Erdogan û Hevşaredarê Şaredariya Wesel Qeraniyê Enes Cengîz hatibûn binçavkirin. Li Muduriyeta Polîsan a Hawêlê piştî karên îfadedayîna Erdogan û Enes sewqî Edliyeya Hawêlê hatin kirin. Piştî karên li dozgeriyê her du hevşaredar bi îdiaya "Alîkariya rêxistinê" bi adxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Enes û Erdogan bi heman îdiayê hatin girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê.